Seyîd Rıza

seyit_rizaXelîl DALKILIÇ

“Seyîd Riza derket meydanê. Hewa sar bû û li derdorê tu kes tune bû. Wekî ku meydan tijî însan e, ber bi valahiyê û bêdengiyê ve qêriya: ‘Ewladê Kerbelayê ne, bê guneh in, şerm e, zilm e!..’ Ez li hember van gotinan lerizîm. Ev mêrê kal çû sêdarê, celad kaş kir. Ben li stûyê xwe xist û înfaza xwe bi xwe pêk anî…” Nûnerê dewleta Tirk Îhsan Sabrî Çaglayangîl ê ku darvekirina Seyîd Riza organîze kir, nivê şeva 15’ê (hinek dibêjin 16 an 18) mijdar a 1937’an bi van gotinan tîne zimên.

Wekî tê zanîn; piştî damezrandina Komara Tirk dest bi polîtîkayên Tirkkirinê hate kirin. Ev di sala 1925’an de bi navê ‘Planê Islahkirina Şerqê‘ wek planekî tunekirin û asîmîlekirina xelkên ne Tirk bû wek polîtîkaya sereke ya dewleta nû. Jixwe berê di sala 1920-21’an de Kurdên Koçgiriyê rûyê rast ê dewleta nû naskirîbûn. Paşê bi têkçûna berxwedana Kurdan a bi rêberiya Şêx Seîd, êdî feraseta dewleta Tirk bi her awayî aşkere bûbû. Paşê li Agirî, Zîlan û li Dêrsimê dîsa bi dehhezaran zarok, jin, kal û pîrên Kurd di newal û şikeftan de bi metodên hov hatin kuştin û bi dehhezaran jî ji axa bav û kalên xwe hatin sirgûnkirin…

Serok Komarê Tirk Mustafa Kemal di sala 1936’an de, yanî salek beriya qirkirinê di derbarê Dêrsimê de wiha dibêje: “Pirsgirêka Dêrsimê di nava pirsgirêkên hundirîn de ya herî girîng e.Divê em vê kulê ji kokê wê re bibirin û bavêjin…”

Polîtîkaya qirkirina Kurdan gav bi gav kete pratîkê. Komara Tirk, qirkirin, asîmîlasyon, hovîtî, êşkence û sirgûn giş mîna ‘islahkirin û modernîzm‘ binav kir. Belkî li ser wan pirr tişt hat gotin, lê hên jî sewa ‘islahkirina Dêrsimê‘ quweta tu gotinê nîne ku mirov pê bikare hovîtiya dewleta Tirk a li Kurdên Dêrsimê hatiye kirin, bîne zimên.

Şahidê qirkirina Dêrsimê Îhsan Sabrî Çaglayangîl wiha dibêje: “Giştan xwe xistibûn şikeftan. Askeran gazên bi jahr avêtin hundirê şikeftan û ew gişt mîna mişkan kuştin. Ji heft salî heta heftê salî Kurdên Dêrsimê gişt hatin kuştin…”

Di dîroka Komara Tirk de ‘Plana Islahkirina Şerqê‘ wek pirtûka sor a dewletê tim bû çarçoveya feraseta polîtîkayên wê yên li dijî Kurdan. Helbet, bi van polîtîkayan bi dehhezaran Kurd hatin kuştin, bi milyonan hatin sirgûnkirin û yê mayî jî bi hewldanên asîmîlasyonê bi qirkirina çandî re rû bi rû hatin hiştin…

Lê di dawiya ewqas zilmê de encam çi ye? Kî bi serket? Kê wenda kir? Kî bi van hovîtiyan serbilind bû?..

Bersiva van pirsan îro li ber çavan e!.. Li başûrê Kurdistanê Kurd wekî dewletê ne, li Rojava sîstema xwe ya siyasî ya xweser sazdikin, li Bakur dewleta Tirk dîrekt bi Rêberê Xelkê Kurd re sewa çareseriyê mûzakereyan pêk tîne, li qadê navneteweyî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê jî di nav de bi dehan dewletan re deriyê dîplomasiyê vekiriye, Kurdên li welat û yên li her çar hêlên cîhanê gişt êdî bi nasnavê xwe organîze dibin.

Rastiya Kurd û Kurdistanê li ser pê ye, nemir û îro ji nû ve jîn dide…

Piştî darvekirina Seyîd Riza 76 sal derbas bûn. Lê dewleta Tirk hê jî bi heman problemên sed sal berê re mijûldar e û polîtîkayên kuştin, qirkirin, sirgûn û asîmîlasyonê kêrî tunekirina rastiya xelkê Kurd nebû!..

Rejîma ku Seyîd Rizayê kal bi darde kir belkî canê Kurdan pirr êşand, lê di heman demê de bivir li çokê xwe xist. Gotinên Seyîd Riza yên li sêdarê anî zimên di dil û hişê Kurdan de hate neqişandin û helwesta Kurdê azad çi ye, nîşanî me da: “Min nekanî bi derewên we re bikim, ew bi min re bû dersek; lê min li ber we çok dananî erdê, bila ev jî bi we re bibe dersek!..”

13.11.13

EN SON EKLENENLER