Ya Xizirê kal! Siwarê hespê boz

21
667

hizirXELÎL DALKILIÇ

Ya Xizirê siwarê pêşiya rowelatê,
Ya Xizirê ser kelek û gemiyan,
Xwedanê bêkes û bêxwediyan ,
Ya melekê ser herd û ezmên,
Ya melekê serê sibê, ya hîva zerî;
Deriyê şer bigire, deriyê xêrê veke,
Tu ocaxê tu kesî kor meke,
Derdê bêderman mede tu kesî,
Miradê kesekî di çavan de mehêle…

Baweriyên xwezayî bingeha xwe ji têkiliyên di navbera însan, civak û xwezayê digirin. Beriya serdema modernîzm û bajarîbûnê dîn û nirxên moralî piranî ji jiyan û xwezayê hatine girtin. Baweriyên formel ên semawî ên mîna misilmantî, xirîstiyanî û yahûdîtiyê her çiqas ji hêla desthilatdaran ve hatibin formulekirin û wek qanûnên dewletan bona dîsîplînekirina xelkan hatibin xebitandin jî, baweriyên xwezayî nirxên xwe ji hewcedariya civakî û ji têkiliyên xwezayî digirin. Ji ber vê yekê jî di dînên xwezayî de feraseta jiyanê gorî hewcedariyên zindiyan û zindîtiyê rû dide. Di baweriyên mîna zerdeştî, manî, mazdekî û Elewîtiyê de ji şikil û ritûelan wêdetir cewherî û jidilbûn di pêş de ye.

Ev baweriyana mirov, civak, xweza û zindîtiyê didin pêşiya her tiştî û her têkiliyan gorî nirxdayîna zindîtiyê dipîvin. Temayê rîtûelên wan jî li ser hevahenga mirov û xwezayê ye. Ev hevahengî di rojên pîroz de bi rîtûelan tê pêşkêşkirin. Piraniya rojên pîroz an rastî hatina zivistanê, an hatina serê salê an jî hatina biharê tên. Di dia, gulbang û niyazên di rojên mîna Gaxan, Serê Salê, Newroz û Xidir Elyas de tên kirin de hêvî û hezkirina saf û însanî tê serzimên…

Rojiya Xizir – Rozê Xizirî
Bona bawermendên Elewî rojên Xizir dest pê kir. Rojên Xizir di dawiya meha çileyê dest pê dike û di nîvçeya meha sibatê de piştî girtina rojiya bi 3 rojan bi dawî dibe. Xanî tên pakkirin û tiştên li malê gişt tên şûştin. Musahîp (kirîv) hevdu ziyaret dikin, loqme didin hevdu û li ser sala derbasbûyî muhbetê dikin. Piştî rojiya ku sewa kesekî feqîr, kesekî girtî û kesekî sêwî 3 roj tê girtin, niyaz û loqme tên belavkirin, bi rêbertiya pîran cem tên komkirin û kesên sû (xeyîdî) li hev tên. Rojên rojiyê tam ne sabît bin jî îro li piraniya herêmên ku Elewiyên Kurd lêne di rojên 13, 14 û 15’ê sibatê tê girtin. Piştî rojiyê tirb tên ziyaret kirin û mûm li ser tirb, ziyaretgeh û cihên pîroz tên pêxistin. Paşe jî loqmeyên ku hatine amadekirin, tên belavkirin. Rojiya Xizir û çanda Xizir îro bi taybetî ji hêla Kurdên Elewî yên Dêrsimî tê girtin û jiyandin. Li Dêrsimê navê Xizir li gol, çem, derbasgeh, deşt, gir, ziyaret û pireyên ku mirov jê feydeyê distîne hatiye kirin: Gola Xizirî, Gavanê Xizirî, Pirde Xizirî, Kemerê Xizirî û hwd. Li Dêrsimê bi zarava kirmanckî (zazakî) bi gulbangên wiha bang li Xizir tê kirin:

Ya wayîrê hard û asmenî,
Ya melekê serê sodirî,
Tîya perperîka serê adirî,
Neçar û xerîb meverde nî feqirî,
Ya Xizir sifte homêtê ra,
Pey ra ke ma re bîye comerdîye…

Xizirê siwarê hespê boz
Xizir bona Elewiyan siwarê hêviyê û kesekî pîroz e. Çand û çîroka Xizir li Rojhilata Navîn di tevahiya baweriyan de heye. Di Quran û Tewratê de jî bahsa wî tê kirin. Di Elewîtiyê de Xizir wek heq û xwedê ye û bi ‘Xizir Nebî’ an jî ‘Xizirê siwarê hespê boz’ bang lê tê kirin.

Ava jiyanê vexweriyaye, kalekî rihspî ye. Jîn dide xwezayê û alîkariyê dide kesên di tengasiyê de.

Li her derê hazir û nazir e. Cihê ku lê digere dibe gul û çîmen û firehî û bereket jê kêm nabe. Bi evîn û hezkirinê xwe têr dike. Ji nexweşiyan re dibe derman û mirazê keç û xortan tîne şûnê.

Gorî baweriya Elewîtiyê Xizir û Xidir Elyas du bira ne. Xizir li hespê xwe yê boz siwar dibe û jîn, evîn û zindiyê dide seranserê cîhanê û Xidir Elyas jî can dide derya û çeman…

Di rojên Xizir ên îsal de jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn mirov tên kuştin û êşandin, xweza tê tarûmarkirin.

Di vê kaosê de hêvî, bona xelkan giştan aştî û aramî ye. Xizirê kal aştî, rindî, xweşî, geşî, dilşadî û azadiyê bîne. Xizir hevalê me giştan be!..

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here