Ruhê Seyîd Riza li Kobanê ye!

Serokê berxwedana Dêrsimê (1937-38) Seyîd Riza 77 sal berê li Bazara Genim a Elezîzê bi lawê xwe Resik Hûsên re hat bi dardekirin. Bi wan re pênc pêşengên din ên berxwedanê Ûsenê Seyîd, Hesenê Ûlkiye, Alî Mîrz, Findiq Axa û Hesenê Cevraîl jî li darê canê xwe ji dest dan. Tê gotin ku Seyîd Riza wexta bi komployekî tê hêsîrgirtin ji rayedarên dewletê re dibêje; “min nekanî li hember derew û fendên we ber xwe bidim, ew ji min re bû ders; lê li ber we min qet çok dananî erdê, bera ev jî ji we re bibe ders!..”

Ev tê wê maneyê, ku beriya bedena wî ya nazik a bi dehan salan di nava berxwedanên li hember zilma dewletê de westiyayî di wê şeva sar a 15’e Mijdara 1937’an de li Bazara Genim hat hejandin, tu gumana wî ya derbarê wê encamê tune bû. Wî feraset û zordestiya serdestên Tirk rind nas dikir û jixwe tevahiya emrê wî bi berxwedana li hember wê zordestiyê derbas bûbû. Nûnerê dewletê yê wê çaxê Îhsan Sabrî Çaglayangîl kêlîka dardekirinê wiha vedibêje; “Seyîd Riza derket meydanê. Hewa sar bû û li derdorê tu kes tune bû. Wekî ku meydan tijî însan e, ber bi valahiyê û bêdengiyê ve qêriya: ‘Ewladê Kerbelayê ne, bê guneh in, şerm e, zilm e!..’ Ez li hember van gotinan lerizîm. Ev peyayê kal çû sêdarê, celad kaş kir. Ben li stûyê xwe xist û înfaza xwe bi xwe pêk anî…”

Jina xwe Besê û hevalê wî Alîşêr ê ku piştî têkçûna berxwedana Koçgiriyê (1920-21) hatibû cem wî û li hinda wî mabû û jina Alîşêr Zarîfe jî beriya dardebûnê, di êrîşên meha Tîrmeh û Gelawêj a 1937’an de ji hêla leşkerên Tirk û hevkarên wan ve bi awayekî hovane hatibûn kuştin. Seyîd Riza, ji parastina Ermeniyên Dêrsimî ji zilma Osmaniyan û parastina Kurdên Koçgîriyê ji damezranerên dewleta Tirk a nû û heta berxwedana Dêrsimê; ne serî li hember dijmin tewand, ne dest ji têkoşînê û jiyana serbixwe a li çiyayên Dêrsimê berda. Ew rêber û pîrî Kurdan giştan bû û bi têkoşîn û helwesta xwe bû kesayetekî mînak bo Kurdên serbilind.

Li ser dardekirina Pîr Seyîd Riza re 77 sal derbas bûn. Dewleta Tirk hê jî bi zilm û zordestiya xwe dewam bike jî heta îro ne kanî hebûna Kurdan ji holê rake, ne jî ziman, kultur û nirxên Kurdî. Ne jî kanî Kurdan ji hêviya jiyaneke azad û serbixwe dûr bixe. Îro jî neviyên Seyîd Riza, bi keç û xort, li Kobanê, li Şengal û Kerkûkê û li ser her çiyayên Kurdistanê bi dersa ku ji helwesta wî girtine, bona parastina welat û nirxên tevahiya mirovahiyê li ber xwe didin. Ji Dêrsimê heta Kirmanşanê, ji Ûrmiyê heta Efrînê Kurd bi zaravên Kirmanckî, Kurmancî, Soranî û Goranî yên Kurdî stranên yekîtiyê û azadiyê diqîrin. Di tevahiya raporên ku dewleta Tirk bona qirkirin û tunekirina hebûn û nirxên Kurdan amadekirî de Kurd tim wek xelkekî ji însaniyetiyê û ji medeniyetê dûr, nezan û hov tên diyarkirin. Û zilma ku di salên 1937-38’an de tînin serî Kurdên Dêrsimî jî wek ‘medenîkirina Dêrsimê’ tê binavkirin. Ew her çiqas hewlbidin zordestiya xwe bi van gotinan veşêrin û dinya alemê pê bixapînin jî îro Kurd bi têkoşîna xwe dersa demokrasî, mirovperwerî, wekhevî, heq, hîqûq û wijdanê didin tevahiya mirovahiyê. Wijdanê mirovahiyê li hember qehremaniya keç û xortên Kurd fedî dike…Ruhê Seyîd Riza, Besê, Alîşêr û Zarîfeyê îro li Kobanê ye; çawa ku ew heta nefesa xwe ya dawî teslîm nebûn; warên xwe û nirxên kurdewarî parastin, îro keç û xortên Kurd li Kobanê, Şengal û Kerkûkê bi heman hiş, hest û hêviyê destana wan a nîvçemayî temam dikin. Di çaxa wan de haya Kurdan ji hev tune bû; lê îro dilê Kurdan giştan bi hev re diavêje. Çav û dilê Dêrsimiyan jî îro li Kobanê ye û Kobanê bi dersa ku ji helwesta Seyîd Rizayan girtî dibêje; “edî em Kurd li ber tu zordestan çokê xwe danaynin erdê!…

EN SON EKLENENLER