Alî Matur û Sê Klamên Xwe

Aşiq û hunermendên Elewî bi piranî di nav civakê û tekoşînê de ne. Wek mîna Alî Matur. Matur, endamê KNK û saziyên Kurd yên li Swisrêyê ne.

Ew di sala 1958an de zozanê Qandîlê hate rû dine. Ji xwe gundê Markazê (Pazarcık) Maxson e û lawikê Momikî Tule û Aşkê Huse ye.

Alî Matur 15 saliya xwe ferî tembûrê dibe. Ceman dibîne û maqamên pîr û zakîran wî tesîr dike.

Albûmên Matur

Matur di sala 2007an de bi Alî Dedeoglu re albûmekê derdixe. Di vê albûmê de beytên Elewîtiyê dibêjin. Di sala 2012an de jî albûma xwe yê solo “Aşk û Îman” diweşîne. Matur, hetanî îro li ser 20 klamên kurdî bi devok a Mereşê çêdike.

Pismamê xwe Hüseyin Matur (Kendal) û birayê xwe Oruç Matur şehîdên Kurdistanê ne.

Di klamên Alî Matur de pîvanên yekejimariyê û asanbûna helbestan baldikşîne. Sê klamên Matur bi devok a Mereşê ev in:

huseyin-matur-kendalXa La Bo Kir Hota Ove
Gotin û Muzîk: Alî Matur

Xa la bo kir hota ove
La hinde rûnîştim gove
Dilê, soza ka ta hawû
Waxtok tê la molo bove

Ja bîr nokim ja bîr nokim
Az von riyon ja bîr nokim
Têlak porî xa bişîna
Kaz ba sar dilî xa dokim

Ta av rona bîrkirin
O ki ba min û ta kirin
Min ba tavo sond xoribû
Ame sawê hav bimirin

Az la wî dardî da nolim
Çaresizê bê macolim
Tu dasmolê xa bişîna
Kaz hestire xa bimolim

 

oruc-maturGûlo Min

Gotin û Muzîk: Alî Matur

Rûna k’az porî ta şa kim
Dilî xa ja taro va kim
Wara ba min vo mivon ba
K’az ta rû conî xa vo kim

Gûlê Gûlê tu yoro min
Bibîna întîzoro min

Dîso la xakîre fîston
Porî raş tari la yon
Gûlê az ja ta têr nowim
La ta mezkim 12 solon

Gûlê Gûlê tu gûl a min
Bê ta namo macola min

Gûla min çû az nageştim
Ba dard û kulon do hiştim
Lê lê la ta wîcdon tuni
Ta azî ba goni kuştim

Gûlê Gûlê azî bê holim
Mîno Mecnûn î Abdalim

Ê Runîşte La Bin Dor e
Gotin û Muzîk: Ali Matur

Ê runîşte la bin dor e
Mîno çîçego bihor e
Qarazo ta la min çi ya
Têk min bikuja ve cor e

Dard û kule xa wa ke dim
Rowim barî xa re dim
La rindo xavo mivon bim
Sarî xa wa sar singê we dim

Dinê ta az kû do birim
Bi aşqa xa az din kirim
Min bîhist ku tu nixoş bû
Şîrîna min az bimirim

Dilê min bûye kanî ye
Goçara min lê daniye
Kam dilê hav mêşînin
Avo dinya ko fanî ye

EN SON EKLENENLER