Fîta Fîtê Şivanan Sêwî Man

Dîsa hat meha çaremîn ango meha zozanan…

Hetanî sala 1991an gelê Elbistan û Markasiyê goça xwe di van rojan de radikirin û diçûn zozanan. Çiyayê Engîzek, Koç û Nuqraqê (Nurhak) cîh û warê wan bûn. Hetanî 15a Îlonê li zozanan jiyan dikirin.

Dehhezaran mirov di ser mîlyonek pez xwedî dikirin. Dengê zingilan, fîta fîtê şivanan û kilamên bêrîciyan kêm nedibûn.

Elbistan erdnîgariya xwe bilind e û bi zozanên xwe ve navdar e. Her gund ne tenê yek xwedî gelek zozan in. Ezê îro li ser zozanên gundê Axşarê bisekinim. Çima? Ji ber ku navên wan ne qeyd kiriye. Û ew nav û çand tê ji bîrkirin.

Axşar gundekî mezin û dîrokî ye û bi sê gundan pêk te. Navê wan jî Dî Xirêwa, Dî Jori û Male Încikan e. Axşar endamê piyê Şamsikan e. Şamsikan piyekî eşîra Sînamîl e. Li Elbistanê derveyî Axşarê gundên Şamsikan ev in: Kosaw, Socax, Malaw, Kulî, Male Xane, Male Buttan, Zardakeş û Qaraçor.

Zozanên Axşarê

Zozanên Axşarê li ser çiyayê Nuqrêq in. Sê beş zozanên wan hene: Zozanên biharê,

zozanên havînê û zozanên payîzê.

Navên zozanên biharê: Gûrolix, Dilavî Gan, Dilavî Nêsir, Kaniya Kinciciyan, Kaviştê (Şikeft) Qonyaliyê, Kaviştê Îwî Hasanî Xecê, Hole Samson, Kilîsk û Kilîskê Gêwir. Dîsa mehê avrêl û gûlanê zozanê Qaradada û Hola Bî jî gundê Aşxar û gundê Malaw bi hev re diçin.

Navên zozanên havînê: Kevirê Kun, Çîmon, Qocagol, Ûstikurê Jêri, Ûstikurê Jori, Şawatê Jêri û Şawatê Jori.

Navên zozanên payîzê: Bîrê Sultanê, Bîrê Memad, Bîrê Qoqe û Bîrê Nole. Dîsa Dilavî Hasanî Haydar jî him biharê, him jî payîzê diçûn. Ji ber ewder ne sar e.

Hin gundî jî nedixwestin ku biçin dûrî gund. Nêzî gund dû cîh xwe re peyda kiribûn. Navê wan Ser Si û Taştik bû. Wan malbatan bihar û havînan konên xwe li Ser Si û Taştikê vedikirin.

Belê… Dîsa hat û derbas dibe meha avrêlê. Lê îro wek berê dengê zingil, şivan û bêrîciyan naye. Histû zozanan xware û sewî ma fîta fîtê şivanan…

Têbinî: Navên zozanên gundê Axşarê min ji Mamadî Kêfoyî Salê girt. Kak Mamad di sala 1969an de li gundê Aşxarê hate dine û hetanî sala 1994an li gund jiyan kir. Ew îro li Edinburghê dimîne. Lê her sal diçe gund, zozanan digere û kesera dilê xwe sar dike. Em zor spas dikin ji bo agahiyan…

Foto: Ziyareta Bîrê Memad. Di navbera gundê Axşar û zozanan e. Kak Mamadî Kêfoyî Salê ev fotograf ji me re şand.

Foto: Ziyareta Darê Çavir Bî. Herî kem 400 salî ye. Di nav Dî Xirêwa (Axşar) ye. Ev foto ji hêla Gülseren Nesanir hat kişandin. Zor spas. Birêz Nesanir ji gundê Hola Ûsan neviyê Dengbêj Nasirê Dêrik e.

 

EN SON EKLENENLER