Marê Jare

Di baweriya me de marên reş û bêjahr pîrozin. Em wan nekujin.

Ew li Elbistanê “pasvana malê”, li Kurecîgê “bereketa malê”, li Markazê “zarokê dada” û li Dêrsimê jî “dostê Xizir” e.

Carna hin xaniyan, di nav dîwaran de marên reş û bêjahr jiyan dikin û endamên malê netirsin. Ji ber ku êrîşa zindiyên kedî nakin.

Li Dêrsimê ji wan re dibêjin “Marê Jare”. Mar mar e, wateya jar jî ziyaret e. Ango marê jare Marê Ziyaretê ye.

Derwêş Alî (*) ji Dêrsimê ye. Îro li Wuppertalê jiyan dike. Ew hostayê tembûran e. Li ser marê jare agahiyên balkêş dide:

“Dirêjiyan van maran carna 3-4 metre dibin.

Ew neçîrê marê bi jahr, mêş û dûpişk e. Wan fetisîne û xwe wisa têr dike.

Ango xwezayê ji bo paqij dike.

Êrîşa zindiyên kedî; wek mînak mirovan, mangan, pez nakin.

Tu êrîşa wan nake, cem te derbas dibin û diçin. Carna hin kesan wan dikuşt. Wê çaxê derweş û mirovên kamîl wan rexne dikirin.

Yek jî balkêş e… Marê Jare piranî car nêzî ziyaretan jiyan dikin. Dema ku kesekî wan didît şad dibû. Digot, “Min marê jarê dît.”

Marê reş û bêjahr baweriya Êzidî jî pîroz e. Çawa ku di nav Alawiyan de malbatên ku asûmê çêdikin hene, di nav Êzidiyan jî “Heval an Dostên Maran” hene. Dîsa li ser dîwarê Laleşê motîfa marê reş heye. Sembola hekîmtiyê jî mar e.

Ez dîsa dûbare bikim… Alawî baweriya marê kobra nakin. Em marê reş û bêjahr pîroz dibînin.

Cotkarên Ewropî carna marên reş û bêjahr bikartînin. Dema ku kurm û kez dikevin nav zeviyan çalek marê reş berdidin. Ew wan kurm û kezan dixwun û zevî paqij dibe.

Lê em Alawî û Êzidî wan ji bo pêdiviyên xwe bikarneynin.

* Min bi Derwêş Alî ve di 29ê Tebaxa 2018an de li bajarê Almanya Wuppertalê hevpeyvîn çêkir.

Lalişa Nûranî û sembola marê reş  û  Sembola Hekîmtiyê…

EN SON EKLENENLER