Alawîtî û Xweza

Alawîtî baweriyekê xweza ye. Ji ber çi?

Ji ber ku kesên Alawî ji mirov, dar, av, roj, stêrk, hîv a zer, kevir û hwd. bawer dikin.

Mînakên Cûda

Atê Elif

Li gundê me (Pulyone Jêri-Markazê) Atê Elif hebû. Di sala 1991an çûye haq. Me Atê Elif bawer dikir. Xelkê ji Atê Elif mirazên cûda cûda dixwestin.

Serdan a Oris e

Li gundê Xidkon (Mereşê) Serdan (ziyaret) a Oris e hebû. Ev serdan darekê pine (çam) bû.

Malê Pêdûz

Malê Pêdûz ocaxê zarokan e. Li gundê Gonîgê ye (Markaz e). Kesên ku zarokên xwe dimirin an zarokên xwe çênabin diçin vê malê. Şevekê li vederê radikevin. Îro bi sedan kesan navê xwe Şêxo, Şahîn û Satî ye. Ev nav navên endamên Malê Pêdûz in.

Roj, Stêrk û Hîv a Zer

Bav û dayîkên me sibe barî birbange radibûn. 5 an 10 daqîqa bang li rojê dikirin. Êvarê jî rojê rêdikirin. Dema panzdehê hîvê jî bang li hîvê dikirin. Yek jî dema merasîm a musahîban jî sond wisa vedixwarin:

– Ro şahîd e?

– Erê.

– Stewrik şahîd in?

– Erê.

– Hîv a Zer şahîd e?

– Erê.

Piştî vê sondê dû malbat dibûn e mûsahîb.

Mirov dikare bi hezaran mînakên serdanan jî bide. Ji ber ku mirov dikare bibêje li her gundekî Alawî de serdanên golan, keviran, daran, kaniyan û hwd. hene.

Xizir were be. Xatirê we.

EN SON EKLENENLER