Elewî û zimanê Kurdî

Wekî tê zanîn; civakên Elewî tim û tim qala ‘asîmîlasyonê‘ dikin. Lê ji asîmîlasyonê çi fam dikin, an jî dixwazin çi bêjin; ne diyar e. Piraniya Elewiyên ku di komale û cemxaneyan de rêxistinîbûyî, ji hêla nasnameya etnîkî ve Kurd bin jî, heta îro zêde bahsa asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî nehatiye kirin. Îro jî parastin û pêşxistina zimanê Kurdî hên jî di rojeva komale û cemxaneyên Elewiyan de nîn e. Wexta em ji vê pencereyê mêzekin, mirov dikane bêje ku Kurdên Elewî bi rêya rêxistinên Elewî hên zêdetir têne asîmîlekirin. Ji ber ku bi rêya rêxistinên heyî ne dikanin pirsgirêkên zimanê xwe bînin rojevê û ne jî dikanin ji bo pêşxistina zimanê xwe plan û programan çê bikin…

Di desthilanîna vê meseleyê de mêzekirineke şaş heye. Ziman bi serê xwe bingeha baweriyê û herwiha ya Elewîtiyê ye jî. Gereke tu kes xwe nexapîne; îro Elewiyekî Kurd eger asîmîlasyona zimên ji xwe re meke xem, ew bi xwe him xizmetî asîmîlasyona zimên û him jî xizmetî asîmîlasyona baweriya Elewîtiyê dike. Eger Elewiyek rîtuelên xwe yên baweriyê bi zimanekî din bike; pîr û dê bi zimanê serdestan ceman kom bikin, zakir bi zimanê serdestan beytan bistirin, wê çaxê ew ji xwe asîmîle bûyî neke. Gereke Elewî, bi taybetî jî Elewiyên Kurd rastiya xwe ya asîmîle bûyî qebûl bikin û sewa ku pêşiya asîmîlasyonê bigirin, zimanê xwe, kurmancî û kirmanckî, bikin rojeva xwe û him bikar bînin him jî bi zarokên xwe bidin hukirin…

Sifte ziman, paşê bawerî…

Bawerî ji ziman nayê qutkirin. Hişmendiya baweriyê li ser bingeha têkîliyên bi ziman têne çêkirin, pêk tê. Yanî di pêvajoya civakbûnê de ziman ji beriya baweriyê pêş ketiye. Ekolojiya civakî ji têkîliyên di navbera mirov, civak û xwezayê pêk tê. Di serî de ziman, kultur, bawerî û nirxên din ên civakî gişt di nava sedsalan de ji van têkîliyan derketine holê û bûne wek maneya têkîliyên civakî.

Ziman bi serê xwe ne tenê navgîna têkîlî û danûstandinê ye. Herwiha hişmendî, kultur û helwestên civakî bi rêya zimên him têne parastin û him jî ji nifşan derbazî nifşên nû têne kirin. Mînak; dayikek, hemû nirx û kultura civakê bi rêya zimên dide zarokên xwe. Zarok bi têkîliyên xwe yên çend salên siftê re karekterê xwe yê civakî digire. Nirxên mîna hevgirtin, parîhevkirin û baweriya civakî bi rêya zimên têne parastin û mayînde dibin. Yanî siftê ziman, paşê bawerî…

‘Zimanê dayikê mîna nan û avê ye!‘

Her xelk û civak bi nirxên xwe yên xwezayî re rind û xweşik e. Çitûlî Elewiyên Tirk bi Tirkî, yên Ereb bi Erebî deng dikin û îbadeta xwe bi zimanê xwe pêk tînin; herwiha Elewiyên Kurd jî gereke him jiyana xwe ya rojane û him jî rîtûelên baweriya xwe bi zimanê xwe, kurmancî û kirmanckî, pêk bînin. Ev him mafê wan e û him jî erka wan. Eger zimanê dayikê neyê parastin, xwezahiya Elewîtiyê jî nayê parastin.

Vegera nirxên cewherî bi vegera bikaranîna zimanê dayikê pêkane. Heta ku zimanê dayikê neyê parastin, cewherê baweriyê jî nayê parastin û asîmîlasyon wê dewam bike. Elewiyekî ku sewa zimên kar û xebatê neke, nikane ji xwe re bêje ku ew li dijî asîmîlasyonê ye. Pîr Hasan Kilavuz derbarê zimên de dibêje, “Zimanê dayikê, perwerde û îbadeta bi zimanê dayikê îxtiyaceke mîna nan û avê ye!“

Pîr Mustafa Misir jî kar û xebata komaleyên Elewiyan a ji bo parastina zimên pir kêm dibîne û dibêje, “Ji bo civakeke saxlem her xelk gereke him îbadeta xwe û him jî perwerdeya xwe bi zimanê xwe bike. Bi taybetî Elewiyên Kurd rastî asîmîlasyoneke pir kûr tên û gereke li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê xwe rêxistinî bikin.“ Pîr Mustafa Misir herwiha derbarê vê mijarê de wiha dewam dike: “Herkes li hember zimanan giştan gereke hurmetê nîşan bide. Mîna di gotineke Kurdî de tê gotin, ‘Meriv gereke xwe nas bike û paşê jî Xwedê nas bike. Kesê ku xwe nas nake, nikane Xwedê jî nas bike.‘ Him Elewiyên Kurd û him jî Elewiyên ji xelkên din gereke li hemberî asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî bi hev re têbikoşin.“

Komaleyên Elewiyan û zimanê Kurdî

Gereke rêxistin, cemxane û komaleyên Elewiyan sewa pêşîgirtina asîmîlasyona Kurdî kar û xebatên berçav bikin û wer teşwîq bikin ku Kurdî bibe zimanê jiyan û îbadetê. Ji xwe felsefeya Rêya Heq, rêya Elewîtiyê dibêje, “tu li çi digere; di cewherê xwe de bigere…“ Ji ber ku Kurdî ji hêla dewletê ve tê asîmîlekirin, li hemberî van polîtîkayan bar tenê nakeve ser milê Kurdan, herwiha dikeve ser milê Elewiyan giştan…

 

EN SON EKLENENLER