Li Mereşê ‘Kembera Erebî’

Hikûmeta Tirk di polîtîkayên xwe yên înkar û jiholêrakirina hebûna Kurdan û asîmîlekirin û talankirina nirxên Kurdewarî de bi israr e. Li bakurê Kurdistanê bajaran hildiweşînin, komkujiyan pêk tînin, bingehê jiyana xwezayî ya ku di nava sedan, an hezaran salan de pêk hatiye ji holê radikin…

Rêveberiya dewletê piştî şerê li Sûriyê bajarên Kurdan ên li ser xetê kir wek hêlîna hêzên hov ên selefîst ên mîna DAÎŞ, El Nûsra û hwd. Ji Dîlokê heta Çemê Dîcleyê, bi taybetî jî Dîlok, Mereş, Kîlîs û Riha kir wek navend û biryargehên çeteyên cîhadîst ên hov. Ji bo bicihbûna DAÎŞ’ê ya li binxetê û li serxetê zemîn hate vekirin, piştgirî hate dayîn. 

Bi şoreşa Rojava re, xeynî xeta Cerablûs – Ezazê, binxet bi giştî bikeve bin kontrola hêzên Kurdî û yên Sûriyeya Demokratîk jî, li serxetê, yanî li bakurê Kurdistanê rewş niha ji yê binxetê xirabtir e. 

Dewleta Tirk bi şerê ku ji havîna sala çûyî heta niha hatiye gurkirin re dixwaze him demografiya Kurdistanê biguherîne û him jî hebûn û nirxên Kurdewarî ji holê rake. Yanî Pilanê Şerq û Islahkirinê (1925) yê ji bo tunekirina hebûna Kurdî bi awayekî giştî cardin wek polîtîkaya sereke ya dewletê di rojevê de ye. Lê rejîma nijadperest a dijkurd di serdema xwe ya herî lewaztir de ye û li beramberî vê yekê Kurd ji her hêlan ve di serdema xwe ya herî bihêz de ne…

Wekî tê zanîn; ji havîna sala çûyî heta niha Gimgim, Farqîn, Sûr, Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û Gever hatin wêrankirin. Niha jî li ser xirabeyên van bajar û navçeyan pilan û projeyên asîmîlasyonê û guhertina xwezahiya civakî û kulturî tê kirin. Gorî daneyên ku rayedarên dewletê bilêv dikin; dewlet her pilanê xwe ji bo guhertin û xirakirina xwezahiya civakî ya Kurdewarî amade dike.

Bahsa çêkirina bînayên mezin ên bi navê TOKÎ’yan, jiholêrakirina jiyana xwezahî a li kolanan û bicihkirina penaberên Ereb ên Sûriyeyî tê kirin. Yanî li serxetê jî bi çêkirina ‘Kembereke Erebî’ re dixwazin Kurdên Bakur û yên Rojava ji hev qut bikin, demografiya Kurdistanê biguherînin, hebûn û nirxên Kurdewarî ji holê rakin. Wekî tê zanîn; rejîma Baas a Sûriyê jî di salên 1960’yî bi şûn de di çarçoveya polîtîkaya ‘Kembere Erebî’ de aşîretên Ereb li cografya Kurdan bicihkirîbû û gund û bajarên Kurdan ji hev qut kiribû…

Niha ev plan, bi navê çêkirina kampên penaberan, li Mereşê di rojevê de ye. Dewlet dixwaze li Mereşê kampekî mezin ê penaberan di nava gundên Kurdên Elewî de çêke. Ji xwe gorî Pilanê Şerq û Islahkirinê, bi taybetî jî herêmên Kurdan ên li bakur û rojavayê Çemê Firatê, bi polîtîkayên dijwar ên qirkirin, sirgûnkirin û asîmîlasyonê re rû bi rû hatin. Siftê li Koçgîriyê, paşê li Dêrsim û Mereşê Kurdên Elewî rastî komkujiyan hatin û ên mayî jî hatin sirgûnkirin. Li van herêman nifûsa Kurdan hate kêmkirin, rengê Kurdî hate çilmisandin. Kurdên van deran him ji hêla etnîkî û him jî ji hêla baweriyê ve hatin asîmîlekirin û îro hejmara Kurdên ji van herêman çûne derveyî welat, ji yên ku li herêmê mane, zêdetir e. 

Niha jî bi plana çêkirina kampê penaberên Ereb, tê xwestin ku Kurdên li herêmê mayî jî şûn û warê xwe terk bikin û li diyasporayê him ziman, çand û têkiliyên xwe yên civakî û him jî baweriya xwe ji bîr bikin, bi giştî asîmîle bibin…

Lê Kurdên Mereşê li hemberî vê polîtîkayê li ber xwe didin û xwedî li şûn û warê xwe derdikevin. Gotinên jineke Kurd a Mereşî a ku tevlî protestoya kampê penaberan bûye, hişê Kurdên Elewî jî nîşan dide; “Em ê çitûlî ji vir herin û em ê çitûlî war û tirbên miriyên xwe biterîkînin?!.

EN SON EKLENENLER