Mehmet Bayrak û Nivîsandina Alawîtiyê

Mehmet Bayrak lêkolîn û nivîskar e. Bi zimanê tirkî dinivîsîne. Li ser Alawîtiyê herî zêde Bayrak nivîsand. Pirtûkên wî yê li ser Alawîtiyê ev in:

* Tevgerên Gel û Destanên Nûjen, (Halk Hareketleri ve Çağdaş Destanlar), 1984

* Pir Sultan Abdal, 1986

* Henekên Gel, (Halk Gülmecesi), 1987

* Kurd û Alawîtî, (Alevilik ve Kürdler) 1997

* Alawîtî -Serdem a Navîn Hetanî Serdem a Nûjen- (Ortaçağ’dan Modern Çağa Alevilik), 2004

* Di Wêjeya Alawî û Bektaşiyan de Aşixên Ermenî, (Alevi-Bektaşi Edebiyatında Ermeni Aşıklar), 2005

* Di Toros a Navîn de Eşîrên Kurd û Alawî (İç Toroslar’da Alevi-Kürd Aşiretler), 2006

* Dêrsim-Koçgîrî, 2010

* Di Dîrok a Kurd û Alawiyan de Xorasan (Kürd Alevi Tarihinde Horasan), 2013

Ev pirtûkên Bayrak bi giştî lêkolîn û dokument in. Bayrak li ser dokumentan analîzên xurt dike. Ev jî dîroka Alawîtiyê ji propagandayên reş û asîmîlasyonê paqij dike.

Ev pirtûk bi giştî nezî 4500 rûpel in. Yek taybetmendiya Bayrak jî wêneyan gelek bi kar tîne. Mirov dikare bêje ku Bayrak bi gravûr, kartpostal, resim, wêne û xarîtayan dîrokê tîne ber çavan.

Bayrak, dû pirtûkên din jî li ser Alawiyan nivîsand. Navê wan jî wisa ye:

* Nivîsên Alawîtî-Kurdolojî-Tirkolojî, (Alevilik-Kürdoloji-Türkoloji Yazıları), 2009

* Di Dîroka Kurd û Alawiyan de Qûlipandin a Tabûyan, (Kürd ve Alevi Tarihinde Tabular Yıkılırken), 2014

Bi Kurtasî Navarokê Pirtûkan

* Kemalîstan digot, “Xorasan welatê Tirkan e. Alawî li Xorasanê hatin e. Alawî Tirk in.” Bayrak, bi pirtûk a Xorasanê ev teoriya Kemalîstan xira kir.

* Kemalîstan digot, “Alawî bila Mustafa Kemal hezbikin” û bi rastî jî gelek Alawiyan jê hezdikir. Lê Bayrak dokumentên rast derxist hole û got, “Mustafa Kemal berpirsyarê jenosîd a Dêrsimê ye.” Piştî van dokumentan pirranî komalên Alawiyan fotografê Mustafa Kemal avetin.

* Berî pirtûka Aşixên Ermenî me nedizanî ku di nav Ermeniyan de Alawî hene. Di pirtûkê de jiyana 136 aşixên Ermenî yê Alawî-Bektaşî me naskir.

* Di pirtûkên Bayrak de bi sedan klam û beytên Alawiyên Kurd (bi Kurmancî û Zazakî) hene.

* Yek taybetmendiya Bayrak jî ev e: Bayrak, çavkaniyên nivîskî berhev kir. Çavkaniyên nivîskî literatûr a Alawîtiyê gelek xurt kir û rêya lêkolînerên îro vekir.

* Bayrak, zanîngehê Tirkolojî xwend. Zimanê Osmanî baş fêr bû. Wî li ser hezaran rîsale, fetva û hwd. lêkolîn kir û weşand (yê Osmanî). Yek jî keçê xwe Devrim zimanê Almanî, Îngîlîzî û Fransî bi sedan gotar û lêkolînên (di navbera 1750-1900î de hatine nivîsandin) ku li ser Alawîtî û Kurdiyatiyê wergerand û Bayrak jî weşand. Ango pirrzimanî lêkolînan xurt dike.

Herî Dawî

Min jî 2008an bîyografiya Mehmet Bayrak nivîsand. Li weşanxaneya Öz-Ge derket. 480 rûpel bûn. Öz-Ge jî Bayrak ava kiribû. Di salên 90an de bi dehan pirtûkên weşanxaneyê hate qedexekirin. Ji ber ku Bayrak her dem pirtûkên li ser Kurdan çap dikir. Carek din bi munesebeta ve nivîsê kek Mehmet silav dikim.

EN SON EKLENENLER