Reya Heq Komînek Bi İqrar e..!

ERSİN ÖZGÜL

Elewitî, bi navê îqrara Heq e. Heq jî wekî yekîtiya ”Xuda-Kainat-Însan” tê zanîn û ev feraset ji navê ”Yek” e. 18 hezar cîhan dikeve çerx û ketina her ”hezar û yek hebûn (don) neynika Heq e. Însan jî zanîna meqama Heq e û perpirsiyarê hebûna gerdunê ye.

Rê/Ra jî bendê pêkhatina edalet û eşqa rastiyê (Heqigat), tevahî têkiliya mirov û hebûnê; yanî jiyana bi têkilîya heq, eşq-evîn û dadê ye. Rê/Ra parçeyekî Heqê û neynika Heqîqetê ye.

Gava ku Heqiqat tê ser ziman, bi kîjan zimanî dibe bila bibe, bi maneya Heqiyê tê vegotin.

Elewî, civak û komînên bi îqrar (soz, sond û peyman) in. Di van komîn û civakan de her kes û her tişt neynika Heqiqetê ye û Heqî li ser bingeha zanebûn û îqrarê ava dibe…
Herwiha di têkilî û jiyana giştî ya van komînan de tu rastî yanî heqîqet naye înkar kirin. Di felsefeya Elewîtiyê de jihevcûdakirin an jî têkiliyeke hiyerarşîk di nava ziman, çand, nijad û cinsan de tune ye; gişt xwedî heman nirx û hêjayê ne û yek ne li ser yekê din e.

Xwe ji însan û hebûnên din mezintir dîtin û pozbilindî ji nefsê tê û ev helwest li dijî hişmendî û rastiya Rê/Rayê ye. Înkarkirina rastiyeke civakî, bi xwe tê maneya înkarkirina Heqiqetê jî.

Ji ber ku rastiya civakî li ser bingeha têkiliyên ‘însan-civak-xweza’yê ava dibe, gorî têkiliyên li şûn û warên ku lê tên jiyînê, civak jî ji hêla ziman û taybetmendiyên civakî ve pir rengîn û zengîn e.

Sîstema ocaxê ya baweriya Rê/Rayê bi têkilî û hewcedariyên jiyana civakî û bi sondê girêdana Talib, Rêber, Pîr û Mûrşîdan çê bûye. Girêdayîna talîban a bi ocaxan û berpirsiyarbûna ocaxzadeyan a li ser taliban di dîrokê de bi ahegekî zexim xwe mayînde kiriye.

Bi hevdûgirêdana van aktoran gorî hewcedariya jiyana civakî û bi îqrardayînê, yanî bi sond û peyman xwegirêdana bi Rê re pêk hatiye. Ev têkilî û peymana civakî, li hember êrîşên serdestan heta salên vê dawiyê kêm-zêde hatiye parastin.

Elewiyên xwedî ziman û nasnameyên etnîkî yên cûda cûda, li her derên ku lê hene, ji ber bawerî û taybetmendiya kultura xwe, tim rastî êrîş û zilma serdestan hatine. Ev êrîşana ji rejîmên îslamî yên destpêke; Emewî û Abasiyan dest pê kirine û bi Selçûkî û Osmaniyan ve dewam kirine. Komara Tirk a ku xwe bi nasnameya Tirk û Îslama Sûnî-Hanefî avakiriye jî heman êrîş û zilm wek polîtîkayeke asîmîlasyon û tunekirinê li ser civakên Elewî bi rê ve biriye.

Bi taybetî sultantî û desthilatdarên Îslamî tim û tim bi polîtîkayên dijminanî çûne ser bawerî û kultura Elewîtiyê û civakên Elewî. Komara Tirk a bi hişmendiya Tirkperwerî û îslama Sûnî xwe avakirî jî Elewîtî û Elewî ji xwe re wek dijmin dît û polîtîkayên înkar û tunekirinê ji wan re rewa dît. Di destpêkê de li Koçgirî û Dêrsimê, paşê jî li Mereş, Çorûm, Meletî û Sêwasê Elewî bi qirkirin û zilma serdestan re rû bi rû man.

Li hinda polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê, di heman demê de Elewî ji şûn û warên xwe jî hatin derxistin û gund û bajarên ku Elewî û Elewîtî lê hebû, bi piranî hatin valakirin û Elewiyan berê xwe dan metropolên Tirkiyê û yên çar hêlên cîhanê.

Bi polîtîkayên zirav û tund asîmîlasyona li ser Elewiyan û valakirina warên Elewiyan her berdewam e. Bi taybetî cih û warên Elewiyên Kurd; Dersim, Mereş, Koçgirî û Meletî hate dorpêçkirin, valakirin û bêbêhn hatin hiştin.

Sîstema Ocaxê, di dîroka Elewiyan de rolekî mîna hevgirtin û berdewamkirina jiyana civakî lîstiye. Hişmendiya parîhevkirin, piştgirî, edalet, rizatî, wijdan û hezkirina civakî di bin siya ocaxan de bi zanebûnê hatiye parastin. Felsefe û kultura Rê/Ra bi ocaxan mayînde bûye…

Di felsefe û hişmendiya Rê/Ra de, hiyerarşî û desthilatdarî tune ye; têkiliyên civakî bi rizatiyê, rêzdarî û jidilbûnê pêş dikevin.

Xizmetkarê Rê û pêşengê bi rêvebirina Rê/Rayê pîr e. Pîr ji ber ku di meqama herî bilind de tê bicihkirin, gereke bi jiyan û helwestên xwe yên di nava civakê de bi Heq re bibe Heq û hostayê evîn,eşqê û zana bibe.

Ji ber ku Rê/Ra bawerî û jiyana rizatiyê ye; her têkiliyên civakî gereke bi rizatiyê pêk bên. Her talib û ocaxzade bi xwedîderketina Rê re, dikane girêdemayîna xwe ya iqrarê re nîşan bide.

Lê serdestan bi êrîş û polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê ocaxên me ji rojevê derxistine bi vê yekê re jî nirxên Elewitiyê zeîf û lewaz kirine. Ji ber vê yekê, her can, talib û pîrên me gereke li ocaxên me xwedî derkevin û nirxên Rê/Ra ya me di nava jiyanê de ji nû ve zindî û mayînde bikin…

 

 

EN SON EKLENENLER