Şükrü Yıldız û Dîroka TVyên Alawiyan

Televîzyona yekemîn yê Alawiyan TV Avrupa bû. Di sala 2004an de hate avakirin. Avakirin û sazkirina wê de Şükrü Yıldız sereke rol lihîst.

Paşê jî avakirina penc televîzyonan de jî dîsa Şükrü Yıldız sereke rol hilgirt ser milên xwe. Ew televîzyon ev in:

* TV Avrupa: 2004
* Düzgün TV: 2005
* Su TV: 2006
* Dem TV: 2007
* Kanal 12: 2009
* TV 10: 2011

Ev 19 salin ku ez kekê Şükrü nasdikim. Her tim 3Kê sewê xwe kir rêber: Kurd, Komunîzm û Kızılbaş. Çima? Ji ber ku li Tirkiye polêsan ji şoreşgerên Alawî re digot: „Hûn sûcdar in. Hûn Kurd, Komunîst û Kizilbaş in.“

Wî jî dema ku projeya televîzyonan çêdikir di serî de ev sê Kê peşkeş dikir. Dema ku hevalên wî qebûl dikir, wisa dest bi kar dikir. Lê dema pêş da mezêdikir ku hevalên xwe ev 3Kê yan ji bîr dikin. Wî jî rêyêkê nû ji xwe re peyda dikir.

Lê piştî sala 2011an kekê Şükrü cîhê xwe dît. Ev penc salin di TV 10 de cîh digire û gelek jî alîkarî da hevalên xwe. Avakirinê hetanî îro dîsa rolê sereke da ser milên xwe.

Neviyê Ocaxî Bake ye

Şükrü Yıldız î li Elbistanê ji eşîrê Alxasê ye. Li Elbistanê 13 gundên Alxasan hene. Kurd û Alawî ne. Ocaxê Bake jî bavkalê dayîka Şükrü ye. Îro jî xelk diçe ser Tirbê Bake û îbadetên xwe dîtin şûne. Li ser mezelê bavkalê Şükrü Şêx Olî jî darek heye. Ew dar jî bû dara xwestekê. Tirbê Bake di navbera gundên Yazitopali û Sewdil e. Li wêderê sewê mevanan xaniyek jî heye. Gundê Sewdil ê (Sevdilli) jî gundê şehîdan e. Nezî 50 şehîdên Kurdistanê ji gundê Sewdil e ne.

Kovara Zülfikar û Encamên Wê

Kovara Zülfikar di salên 90an de gelekî bi tesîr bû. 44 hêjmar derket. Şükrü Yıldız hêjmara 3yan de tevlî xebatên kovarê bû. Heta dawî jî li kovarê de ma û rolek sereke lihîst. Encamên Zülfikarê gelekî bûn. Hin encam ev in:

* Kovarên dî Alawiyên Kurd nedidîn. Zülfikarê Alawiyên Kurd nivisand.
* Kovarên dî behsa demokratiya Alawiyan dikir. Zulfikarê qala berxwederan kir.
* Kovarên dî ala dewleta tirk û fotoyên Mustafa Kemal pirsgirek nedikir. Zülfikarê ev rexne kir û li dijî wê derket.

Mala te ava Şükrü Yıldız. Xizir hevalê te be û xizmetên te qebûl be.

EN SON EKLENENLER