Ya Xizirê Kurdan zû were!..

Îro bi navê dînê mirovahî ketiye qirika hevdu. Hovîtiyeke ku mirovahî di dîrokê de zêde lê rast nehatiye, li dar e. Ji ber cihêrengiya baweriyan komkujî tên pêkanîn, însan têne serjêkirin û li ber çavên mirovahiyê bi zindî însan têne şewitandin. Bi taybetî li Rojhilata Navîn, li Pêş Asya û li Afrîkayê hêz, kom û malbatên desthilatdar û dewletên serdest ên Rojavayî hewldidin ku temenê desthilatdariyên xwe bi destê lîstikvanên hov û bi hovîtiyeke ku mirov li hemberî wê ji mirovbûna xwe fedî dike, dirêj bikin.

Çi dîn û çi etnîsîte; nasname gişt ji hêla serdestan ve mîna çekan tên bikaranîn. Civakên ku hejmara wan li hember nasnameyên serdest kêm e, bi tirsa rasthatina komkujiyan an xwe vedişêrin an jî war û welatên xwe diterîkînin. Mirovahî cirma siyasîbûna nasnameyan, bi tunekirina hemû nirxên mirovahiyê yên ku mirov bi wan dibe mirov, dikişîne.

Di esasê de bawerî û nasnameyên etnîkî gişt aştiyane ne û li ser hewcedarî û pêwîstiya jiyaneke aram pêk hatine û bi nirxên mirovî xemilîne; ta ku di destê desthilatdaran de bûne bîrdoz û siyaset…

Xwedîderketina xweza û xwezahiyê

Ez wer îdia dikim; ku di reseniya civakên Kurdî giştan de hişmendiya jiyanê û têkîliyên civakî mîna hevdu ye. Kengê bajarîbûn destpê dike û bi desthilatdaran re dikevin nava têkiliyê, Kurd reseniya xwe wenda dikin, baweriyên wan bi nirxên ku desthilatdar derdixin pêş ve têm xemilandin û asîmîle dibin. Di atmosfera îroyîn a ku însan jê ditirse ku baweriya xwe aşkere bike de, gereke em çavên xwe vegerînin nirxên xwe yên resen û xwezayî. Ji van nirxan yek jî Xizir, Xidir Êlyas, Xidirê Nebî, Xizirê Kal an jî Xizirê Siwarê Hespê Boz e…

Serê meha sibatê ji hêla Kurdên Elewî ve wek rojên Xizir tên pejirandin. Lê wexta mirov li civakên Kurdî yên li her çar parçeyên Kurdistanê mêzeke; dibîne ku Xizir ne tenê bo Elewiyan, bo Kurdên ji her baweriyan (Misilman -Sunnî û Şafî, Yarî, Êzîdî û hwd.) jî bi heman nirx û baweriyê tê watedarkirin. Mijar û wateyên hevbeş ên ku ev olan gişt li Xizir bar dikin; nemirtî, keskahî, av, masî, sebir, hêvî, parastina xwezayê û xwezahiyê, zanayî, alîkarî, piştgirî, parîhevkirin û rêzanî ye…

Nêrîneke balkêş jî heye ku pirr nêzî Yaresanî û Elewîtiyê ye yan jî nêzî dînê Mîtrayîzmê ye; ku wer tê bawerkirin; çar pêxember hene ku hêjî sax in. Du kesên ji wan; Îsa û Îdrîs li ezmên in û duduyên din Xizir û Êlyas jî li ser rûyê erdê ne. Yek ji wan di deryayê de yanî di nav avê de ye û yê din jî li ser bejahiyê ye!

Xizirê Kurdên Elewî

Xizir bona Elewiyan siwarê hêviyê û kesekî pîroz e û mîna ‘Xizir Nebî’, ‘Xizirê kal’ an jî ‘Xizirê siwarê hespê boz’ tê binavkirin. Li her derê ye. Cihê ku lê digere aramî, azadî, rindî, xweşî û geşî pêk tê. Ava jiyanê vexwariye, kalekî rihspî ye. Jîn dide xwezayê û alîkariyê dide kesên di tengasiyê de. Rojên Xizir li dawiya meha çileyê dest pê dike û di nîvçeya meha sibatê de bi dawî dibe. Xanî û derdor tê pakkirin. Musahîp, kirîv, meriv û tirb tên ziyaretkirin. Piştî rojiya ku sewa kesekî feqîr, kesekî girtî û kesekî sêwî 3 roj tê girtin, niyaz û loqme tên belavkirin, bi rêbertiya pîran cem tên civandin û kesên sû yanî xeyîdî li hev tên. Gorî Elewîtiyê Xizir û Xidir Elyas du bira ne. Xizir jîn, evîn û zindiyê dide seranserê cîhanê û Xidir Elyas jî can dide derya û çeman…

Xizirê Kurdên Sunnî

Xizir li gel sunniyan peyxemberek e ku ava jiyanê vexwariye û murşidê pêxember Mûsa ye. Ew û Mûsa gelekî nêzî hev bûne. Pirr çîrokên wan ên bi hev re hene ku ew her tim rê nîşanî Mûsa dide, sebirê fêrî Mûsa dike. Herwiha tê gotin; ku ew hên jî sax e û ji cihanê koç nekiriye. Dibêjin; ew herwiha zarokê nemir ê pêxamber Adem e. Adem ji bo zindîmayîna wî heta roja qiyametê dua kiriye! Gorî baweriyê; ji ber ku li ser her cihê ku rûdinişt kesk dikir yan jî biçûya ku derê keskahî bi xwe re dibir, jê re Xizir ango keskbûyîn hatiye gotin. Li gor sunnî û şîeyan jî wî ava jiyanê ku di cihekî tarî de bûye vexwariye. Kal û pîrên Kurdên Sunnî heta ev demên dawiyê yên nêz, rojiya Xizir digirtine. Mijareke din jî eger di rojên zivistanê de bawerî bi wî/wê bê kirin ku tiştek şor çêkin û rakevin û ji ber Xizir wek xwedayê avê ye, bibîne ku em hêvî dikin, ew ê avê bide wan.

Xizirê Kurdên Yarî (Yaresan)

Gorî baweriyeke Kurdên Yarî (Yaresan) ruh namir e û ji bedenekî derbasî bedeneke din dibe. Dibêjin Şah Xoşbîn ku wek baweriyeke Yaresaniyan di sedeya Çaremîn de ji dayîkek bakîre hatiye dinê. Navê wê Mamma Celale yan jî Dada Celale bûye. Cihê jidayîkbûna wî Loristan e. Dibêjin ku ruhê wî derbasî Sultan Îshaq bûye. Sedema rojîgirtina Yariyan jî ew e ku ji ber Sultan Îshaq û rêhevalê wî sê şev û rojan di şikeftekî de dimînin. Navê şikeftê Merno ye ku di nav çiyayê Şender ê li Kirmanşanê de ye. Di bin dorpêça dijminan de bê av û nan dimîmin. Ku piştî wê serdikevin û azad dibin. Yaresan bo van sê rojên ku wan di şikeftê de tî û birçî derbas kirine, rojî digirin. Ev roj jî rojên zivistanê ne.

Xizirê Kurdên Êzîdî

Kurdên Êzîdî jî Cejna Xizir Êlyas û Xizir Nebî pîroz dikin. Ev wekî cejna dilsoziya bi xwezayê re tê nasîn. Di vê cejna ku destpêka biharê tê pîrozkirin de goşt nayê xwarin û tenê berhemên xwezayê têne xwarin. Piraniya Êzîdiyan vê cejnê di rojên pêncşem û înê ya hefteya yekemîn a meha sibatê de, hinek jî di rojên yekem ên pêncşem û înê yên piştî 14’ê sibatê de pîroz dikin.

Di Êzdayetiyê de Xizir Êlyas û Xizir Nebî wekî pêxember tên qebûlkirin û herdu birayên hev in. Gorên wan jî li Laleşê ye. Di destpêka meha sibatê de şeş cureyên tovên berhemên çandiniyê ku bi navê “Berê Cot” tên naskirin, tên komkirin. “Berê Cot” ji genim, ceh, nok, garis û hwd. pêk tê. Piştre tên qelandin û jê re “Qelandik” tê gotin. Piştî ku tê sarkirin bi destar tê hêrandin û di roja cejnê de jî tê xwarin.

Di rojên pêncşem û înê de “Bêxwîn” ango xwarina xwezayî ya bê goşt, tê amadekirin. “Bêxwîn” ji dendikan, dimsê şêrîn û avê pêk tê. Herwiha hevîrek tê amadekirin û li cîranan tê belavkirin. Di belavkirinê de wiha tê gotin: “Xêra xwe belav bike û li ol û mezheba wî nepirse. Kesê ku Xizir Êlyas û Xizir Nebî ne li mala wî/wê be, para wî/wê tê de nebe!” Êzîdî ji vê cejnê heta destpêka meha adarê goşt naxwin; ji ber ku ev dema zêdebûna ajalan e…

Ya Xizirê kal; tu hêz û hêviyê bide Kurdan û xelkên din ên bindest; ku yekbin, ji bindestiyê û ji hovîtiya ku îro li wan tê kirin, xwe rizgar bikin!..

EN SON EKLENENLER