Nunna û Dayîkên Windahiyên Qibrisê

Dewleta Tirk di sala 1974an de welatê Qibrisê dagirkir û 1619 Qibrisî windakir. Dayîkên windahiyan tekoşînek destpêkirin Andrulla Aristodimou yek sembola wan dayîkane. Li Qibrisê herkes wê nas dike û jê re dibêje Nunna ango Dayê. Min bi Nunna ve hevpeyvînek li ser tekoşîna dayîkên Qibrisê kir. Nunnayê qala şehîdê Kurdistanê Teofilos jî kir û dayîkên Kurdan re silav şand.

Nunna te kengî dest bi tekoşîne kir?

Di sala 1955an ez 12 salî bûm. Wê çaxê Qibris dest Îngîlîzan de bû. Me tekoşîn dikir ku ew biçin. Min jî bi 12 saliya xwe rojname û pirtûk difirot. En serketin û Îngîlîz çûn. Di sala 1974an de jî dagirkeriya Tirkan destpêkir. Me jî dest bi tekoşînek nû kir. Ev tekoşîn jî ji bo windahiyan bû.

Tirkan çiqas Rum winda kirin?

1619 însanên me winda kirin.

We hetanî îro çiqas winda dîtin?

Em her tim lêkolîn dikin. Hetanî îro 662 winda hate dîtin. Me cenazeyên wan anî. Dema ku me cenazeyek anî ew dibe şehîd. Niha 957 windahiyên me man.

Tekoşîna windahiyan kengî destpêkir?

Piştî dagirkeriya 1974an me dît ku mirovên me windane. Em diçûn ber sînorê. Bi têlê dorpeç kiribûn. Me fotografên windahiyan radikir û mirovên ku li wê derbas dibûn me pirs dikir. “We dît?”. Agahî ji me re hat ku zindanên Tirkan bi mirovên me ve tijî ye. Piştî wê me navên windahiyên xwe nivîsandin. Yek û yek çawa hatine girtin û windakirin jî me lêkolîn kir. Piştre me dest bi lêgerînê kir.

Wek mînak gundê Aşşayê. Berî dagirkirinê hemû gelheya vî gundî Rum bûn. Gundê Aşşa nêzî Lefkoşeyê ye. Ew gund li axên dagirkirinê de ma. Eskerên Tirk di sala 1974an diçin vî gundî. 82 kesî binçav dikin. Wan dibin ber dîwarekî û bi çekan dikujin. Piştre bi hev re binax dikin. Paşê van mirovên me wê derdixin û dibin gundê Dîgamo binax dikin.

Li gundê Aiyoz Paulos jî her wisa 82 kes dikujin û cenazeyên wan winda dikin. Ev gund jî nêzî Lefkoşeyê ye.

Navê hemû windahiyan diyare gelo?

Belê. Navên wan diyare. Piranî fotografên wan jî hene. Nêzî bajarê Lucarnoyê Dêra Ayoz Alexandros heye. Ew der me kir Dêr û Muzeya Windahiyan. Fotografên windahiyên li ser dîwarên de hene.

Ramanek balkêş e.

Peder Xirîstoforos heye. Lawê wî jî winda kirin. Navê wî Alexandros bû. Axa Xirîstoforos hebû. Ew ax bexşand û got: “Em dêr û muzeyekê bikin.” Dewlet û gel bûn yek û ev dêr û muze hat çêkirin. Me piştî çend salan cenazeyê Alexandros dît. Lê wê gavê jî Peder wefat kiribû.

Nunna, te Teofîlos Yorgîadîs naskir gelo? (Yorgîadîs 20ê Adara 1994an de ji hêla dewleta Tirk ve hat kuştin. Serokê Qibris Komîteya Piştgiriya Kurdistan bû.)

Min Teofîlos nas dikir. Diya xwe hevala min bû. Teofîlos alîkariya Kurdan dikir. Rêxistinê dizkî ê Tirkan wî taqîb dikir. Li ber malê wî kuştin. Teofîlos mirovek baş bû. Dixwest ku azad bijî. Mirovekî dilpak bû. Ne tenê cîranên xwe, hemû Qibris bi mirina Teofîlos xemgîn bû. Zewicî bû û dû zarokên xwe hebûn.

Dayîka xwe jiyan dike?

Mixabin wefat kir. Barê Teofîlos giran bû. Piştî wî ket. Me destek dikir. Lê êşa dayîkan cuda ye.

Hunermendekî me heye. Navê xwe Aram Dîkran e. Mamoste Aram li ser Teofîlos kilamek çêkir. Navê berhema xwe jî Teofîlos danî.

Başe ku Aram kilamek çekiriye. Başe ku mirovên tekoşer hene. Miletek tekoşîn bike winda nake. Tu jî serbilind bi ku gelê Kurd tekoşîn dike. Min dayîkên Kurd nasnekir lê ez tekoşîna wan temaşe dikim. Hemû dayîkên tekoşer silav dikim.

Nunna ev 45 sal bûn ku hûn ji bo windahiyan tekoşîn dikin. We cenazeyên 662 windahiyan jî dîtin û we anîn. Gel qadîr û qiymeta we dizane?

Ez ne zengîn im. Lê mirovên me û rêveberên me yên dewletê û olî rêz ji me digirin. Rojekê li Brukselê bang li min kirin. Roja Zarokên Cîhanê bû. Xwestin ku ez axaftinekê bikim. Ez axivîm. Min re gotin, “Tu neçû dibistanê lê tu gelek xweş diaxive.” Raste ez neçûme dibistanê. Lê tekoşîn ji bo min bû dibistan. Her dayîkêk a windahiyan ji bo min bûn mamoste.

1619 miroven we hatin winda kirin. Di nav wan de zorak jî hebûn?

Belê hebûn. 30 zarok di bin 16 salî de windane. Di nav wan de zarokekî şeş mehî jî heye.

Li ser windahiyan pirtûk derketin?

Komalê Windahiyan sê pirtûk derxistin. Dîsa dokû-fîlmek hat kişandin. Lê fîlmê sînema nekişandin. Di sala 1977an de bi navê “Lêgerê Jiyanê” pirtûkek derket. Ew pirtûk girîng e. Hin fotograf me dest xistibûn. Windahiyên me li zindanên Tirkan de xuya dikirin. Yek jî dema ku mirovên me dikuştin fotograf kişandine. Me ew fotograf jî dîtin û di wê pirtûkê de me weşandin.

Malbata we winda hene?

Xizmê min Îstelyos Andonîo ji gundê Gîberundayê bû. Di dema dagirkirinê de winda bû. Tirkan tevî Îstelyos 14 kesî dikûjin. Berî kuştina wan gelek îşkence li wan dikin. Bedenê wan perça perça dikin û li gundê Ayyayê bi hev re binax dikin. Ayya jî niha di nav axên dagirkirî de ma. Lê me 14 cenazeyên xwe anîn. Piranî êniya wan de gule berandibûn.

Nunna em bîranînekê jî bigirin. Ê ku tu qet ji bîr nake?

Krîakos Garetsos jî winda kirin. Dayîka Krîakos hevala min bû. Navê wê Xirîsantî Varvarolullo bû. Me bi salan bi hev re Krîakos geriya. Lê me nedît. Xirîsantî nixweş ket û 1-2 seat berî mirina xwe telefona min kir û got: “Dema min nema. Pêwîste ez jiyanê berdim. Bibe dayîk û xwuşk. Ger te lawê dît jê re bêje: Dilê wê nekarî bû bimîne.” Ez tekoşîn dikim. Ger min Krîakos dît ezê jê re bêjim. Ez vê bîranîna xwe ji bîr nakim.

Nunna, êş û hestên me wek hevin. Dawî te çi ji me re bêje?

Min bi xwe re sond xwar. Dîsa ez destê xwe didim dilê xwe. Ezê her tim wan bigerim. Ez dayîkên Kurd û hemû tekoşeran silav dikim.

Nîşe: Ev hevpeyvîn di meha Hezîranê sala 2018an de li gundekî nêzî bajarê Lucornayê hat kirin.

Hûn dikarin nûçeyekê li ser Nunnayê di vê lînkê de temaşe bikin.

https://www.ant1.com.cy/news/cyprus/article/344455/epimnimosuni-deisi-ston-tumvo-makedonitissas-auta-einai-ta-agnooumena-paidia-tis-kuprou/

EN SON EKLENENLER