Hêzên dewletê guh nadin qedexeya nêçirê

Li Colemêrgê tevî ku nêçira pezkoviyan qedexe ye, leşker û cerdevan guh nadin vê qedexeyê.

Li herêmên Kirikdag, Sumbul, Deşta Berçelanê, Çiyayên Cîlo, Şemzînan û Çelê heywanên kovî hene ku li ber nemanê ne. Vê dema dawî nêçira wan zêde bûye.

Li herêma Kirikdag û derdora çiyayê Sumbulê yên ku bi 25 kîlometreyan dûrî navenda Colemêrgê ne, pezkovî di hedefa cerdevan û leşkeran de ne. Derket holê ku leşker û cerdevan nêçira pezkoviyên li herêmê dikin. Şahidan diyar kir ku cerdevan hema bêjin her roj diçin nêçirê û got, “Carna sê, carna çar an jî zêdetir pezkoviyan dikujin. Tevî ku qedexe ye kes dengê xwe nake. Li wê herêmê qereqola leşkerî jî heye, lê belê leşker jî xwe li vê nêçirê kerr û kor dikin.”

COLEMÊRG

EN SON EKLENENLER