2yê Tîrmeha 1993

Îro roja 2yê Tîrmehê ye. Çawa ku 24ê Avrelê ji bo Ermeniyan rojekê reş e, 2ê Tîrmehê jî ji bo Alawiyên Bakurê Kurdistanê rojekê reş e. Ji ber ku Tirkên Hanîfî wê rojê sih û sê nivîskar, hozan û semazenê Alawî kuştin û şewitandin.

Alawiyên Bakûrê Kurdistanê baweriya ziyaret, ewliya û ocaxan dikin. Sed sal berê navê wan Alawî nebû. Ji wan re digotin Kızılbaş, Sersor, Rafizî, Agirperest û hwd. Ev hezaran salin navên wan her wextêkê nû hate guhertin. Lê bawerî û sîstema olî her wextê wekî hev ma.

*

Dewleta Tirk li ser mafê miletê Tirk û mezheba Hanîfî hate ava kirin. Li gorî qanûnan jî tenê mafê miletê Tirk û mezheba Hanîfî hene. Dewlet jî, Tirkên Hanîfî jî toleransê nasnakin. Naxwazin ku çandên cûda azad jiyan bikin.

Loma, 1.5 mîlyon Ermenî (1915-1920) kuştin. Bi hezaran bajar, qaza û gundên Ermeniyan weran kirin.

500 hezar Suryanî (1915-1920) kuştin. Bajar û gundên wan weran kirin.

Li Behra Reş Pontûsan, li Behra Egeyê Yewnanan kuştin.

Loma, li Koçgîriyê (1921) 140 gundên Kurdan şewitandin. Piştî şahadeta Şêx Seîd Efendî 15 Hezar Kurdên (1925-1927) sivîl kuştin. Dîsa Zîlan û Dêrsimê jî li ser sed hezar Kurd hatin kuştin.

2yê Tîrmehê Çi Bû?

Pîr Sultan Abdal di sedsala 16an de li Sêwasê jiyan kir. Ew Pîr û Zakîrek bû. Fikr û ramanên xwe bi rêya çarîn û beytan anî ziman. Beytên wî gelek navdar in û ev 500 salin winda nebûne. Newîyên Pîr Sultan îro Kurdî diaxivin. Kurd in. Lê li Tirkiye tu kes li ser Kurdbûna Pîr Sultan Abdal nasekine. Neviyên wî jî hetanî îro Kurdbûna wî li ser telewîzyonan negotine. Ev mijarek cûda ye… Rojekê cûda ezê binivîsim.

Di sala 1980an de hin rewşenbîrên Alawî Şahiya Pîr Sultan Abdal liderxistin. Şahî li Sêwasê çêbû. Ev şahî salê carekê dikirin û êdî bû kevneşopiyek.

Ji bo Şahiya 1993an nivîskar, hunermend û semazenên Alawî çûne bajarê Sêwasê. Ji bo mayînê li we derê Otela Madimakê girtin.

Roja 2yê Tîrmehê bi hezaran Tirkên Hanîfî ên sivîl li mizgeftan derketin û li hev civiyan û êrîşa Otela Madimakê kirin. Otel şewitandin. Polês û eskerên Tirkan parastina otelê nekirin. Tenê ev êrîş temaşa kirin. Wê çaxê hin telewîzyonên Tirkan ev êrîş bi zindî kişandin.

Û encamê de sih û sê (33) nivîskar, hunermend, karîkaturîst û semazenên Alawî hatine kuştin. Piraniya wan jî Kurd bûn. Wek mînak:

* Nesimi Çimen helbestvan û hunermendekî 62 salî bû.

* Asım Bezirci lêkolîner û nivîskar bû. Ew jî 62 salî bû.

* Hasret Gültekin 22 salî bû lê bi hunera xwe ketibû dilê mîlyonan. Kurdbûna xwe jî gelek hezdikir.

Herî dawî mirov dikare wisa bêje: Kurdan dewletek serbixwe dixwestin. Ji bo wê jî tekoşîn dikirin. Dewleta Tirk nedixwest ku Alawî piştgirî bidin ve tekoşînê. Loma jî rewşenbîrên Kurdên Alawî kuştin.

EN SON EKLENENLER