Ali Dapar

Hunermend Ali Dapar ji Markazê (Pazarcik) ye. Wî hetanî niha nêzî sed awaz danîne. Ew kurmancî û tirkî strîne. Mijarên kilam û awazên xwe jî parinî car li ser meseleyên civakî û evînî ye. Lê carna jî pirsên siyasî jî dike. Em dikarin kilama Çima Dayê dû çarînan mînak bidin:

 

Welatê min bin desta ye

Gundê me tev wêran bûye

Çiyayê min bi dûmane

Rabin gelo serhildane

 

Çima dayê çima dayê

Ma bindestî para mayê

40 mîlyonin li dinyayê

Kanê welatê min kanê

(Gotin: Koma Baran / Muzîk: Ali Dapar, Berhem a Keçika Bazarcige-Yar Yar)

 

Berhemên Wî

Ali Dapar hetanî niha pênc berhem derxistiye. Navê berhemên wî ev in:

Sal Nav

2000 Şilanım

2003 Halay Kaseti

2010 Kaçikê Bazarcixe

2017 Hara Hara Raşê/Ömür Yolu

2019 Ezile Ezile

Ew di sala 1974an li gundekî kurd û alawî hatiye dine. Navê gundê wî Deliz e. Li Markazê sê Deliz hene. Her sê gund jî cem hev dû ava bûne û xizmê hevdûne. Navê van gundan Delizê Gir, Delizê Dî Batke û Delizê Dî Kolo ye. Bavê Ali ji Delizê Gir, diya xwe ji Delizê Dî Batke û xalê diya xw jî ji Delizê Dî Kolo ye.

Li gund Ali Dapar re dibêjin Alî Mala Hasanê Mamkî Bûme. Wek malbat çar xwuşk û çar bira 8 kes in. Kekê wî Memed di sala 1983an de qezayê trafîkê derbas kiriye û çûye Haq. Ji ber ku mezinê malê ye barê malê jî daniye ser milê xwe.

Ew 15 saliya xwe di sala 1989an meha Gûlanê li welat derdikeve û koça welatê Siwîsreyê dike. 8 meh li vî welatî derbas dike û piştre di sala 1990an de diçe Almanya. Dû sal dibistana zimanê Almanî berdewam dike û fêrî vî zimanî dibe. Paşê dibistana pîşe li ser kalorîferê 3.5 sal perwerde dibîne û mezûn dibe. 27 salin Ali Dapar li ser kalorîfer û tesîsatên avê kar dike. Niha jî fîrmayê ku dixebite serîkeşê hostayan ew e.

Ali dibêje, “Baş bûye ku ez fêrî pîşeyekê bûme. Ez dixebitim. Min berhem û kilîbên xwe bi hêza xwe derxistiye.”

Kilama “Şilanım”

Me gotibû… Ali nêzî sed awaz danîne. Lê berhemên xwe de tenê kilamên xwe naxwîne. Wî kilamên Erkan Acar, Hüseyin Torun, Sîpan Havîn, Şahsultan, Hasan Yıldız, İmam Karakuş û Süleyman Kahraman jî xwendine.

Di nav van kesan de kilama Hüseyin Torun bala min kişand. Kilam tirkî ye û navê xwe Şilanım e û Ali Dapar li berhema Hara Hara Raşê de xwendiye.

Çîroka vê kilamê di sala 2000an de destpêdike. Hevjina Hüseyin Torun diçe welat û dikeve zindanê. Nava xwe Dîlan bûye. Dema ku Dîlan hatiye girtin paşil e û 3 sal û 2 meh li zindanê dimîne.

Zarok li zindanê hatiye dinyayê. Nav Şîlan danîne. Rojekê Şîlan li renzayê dikeve. Diya xwe nameyekê de qala ketine wê dike. Huseyîn Torun tesîr dibe û helbestek dinivîse û awaza wê jî çêdike. Di kilamê de dibêje:

“Tu nehatîbû dinyayê / Te hikm xwar / Tu bêparêzî û bêziman bû / Tenê sûcê te ew mirovî bû.” Şîlan îro mezin bû û li bajarê Almanya Kölnê jiyan dike. Ali Dapar wek apê xwe dibîne û tekîliya wan a malbatî jî berdewam dike.

Ali Dapar 30 sal bû ku li bajarê Almanya Kölnê jiyan dike. Wî xebatên hûnerî di sala 1993an de destpêkiriye. Wê salê ew û çend hevalên wî Koma Firatê ava dikin. Bi vê komê kilaman dibêjin û raqsa gelerî dikin. Wan salan li bajarê Almanya Giessenê jî di pêşbirgekê bi komê govendê dibin yekemîn. Ali Dapar di sala 1996an Koma Şiyar ava dike. Hetanî sala 2004an bi navê vê komê xebatên hûnerê berdewam dike. Heman salê jî Grup Ada (Koma Giravê) ava dikin. Îro jî wek Grup Ada xebatên xwe berdewam dikin.

EN SON EKLENENLER