Gundên Eşîra Xisorê

Îsmaîlê Mala Alê Ûsî Milê (1969) ji gundê Dardixan (Dardığan)e. Ev gund giredayî Semsûrê ye û 12 km dûrî bajêre. Dardixan Kurd û Alawî ye û endamê eşîra Xisor e. Gund nêzî 60 male. Îro kal û pîr li gund, piraniya ciwanan jî li Ewropayê dimînin.

Min Îsmaîl li Parîsê naskiribû. Wi gotibû: “Eşîra Xisorê dû beşin. Xisora Yerlî û Xisora Goçarî.” Îsmaîl gundên Xisora Yerlî wisa hêjmart:

Gundên Xisora Yerlî

Çanerîk, Çîge, Dardixan, Dilkiyon, Farxikon, Gumikon, Kaznî, Kiston, Mole Bowo, Mole Qoso, Şêxlarê Jêri, Şêxlarê Jori, Oxçaliyon, Ozikon, Qaraxoc, Qirxiliyê Gawrik, Qirxiliyê Raşik, Qotir e û  Uzunomerî.

Gundên Xisora Goçarî

Li gorî agahiyên Îsmaîlê Mala Alê Ûsî Milê gundên Xisora Goçarî ev in:

Adikan, Bêserî, Bornek, Çam Qazî, Çaqalon, Çopînor, Dîkîlcîk, Gom, Kundirolî, Löf, Ordî, Payamlî, Pişînîk, Qaraqoc, Qayaciq, Qizilcîk, Şikaft û Ürgüc.

Kaniya Bê

Em li ser ziyaretên gundên eşîra Xisorê jî axivîn. Îsmaîl got, “Ez hemûyan nizanim. Lê ê ku ez dizanim ezê bêjim.” Berê qala Kaniya Bê kir.

Ev ziyaret li nêzî gundê Kaznî ye û ziyareta bê ye. Dema ku dest û lingên mirov ba digire diçe vê ziyaretê. Li gorî baweriyê çamûrê ji bo bê şîfa ye. Mirov diçin û çamûra wê ji xwe dikin, ba derbas dibe û êş kem dibin. Îsmaîl dibêje, “Li Ziyareta Kaniya Bê em qurbanan nakin. Emê goştê mirîşkan û şekir belav dikin.”

Ziyareta Soxan Dada

Ev ziyaret li nav gundê Îsmaîle ango Dardixane. Kaniyek e. Gundî jê re dibêjin Kaniya Soxan Dada. Tirba Soxan Dada jî li wêderê ye. Li nêzî tirbê 4-5 darên tûyê jî hene. Îsmaîl li ser ziyaretê wisa diaxive: “Dema berê malbatan yekem karikê nêr ji bo Soxan Dada cuda dikirin. Meha Îlonê dihat, gundî hemû bi hev re bi wan qurbanan ve diçûn ziyaretê. Gundê Qirxiliyê Gawrik jî dihat ve ziyaretê.”

Ziyareta Demîr Dede: Li gundê Çam Qazî ye.

Ziyareta Hawşê: Li gundê Şêxlarê Jori ye.

Ziyareta Çanêr: Li gundê Qirxiliyê Raşik e.

Ziyareta Qotir e: Çinarekê gelek mezine. Li gundê Qotir e.

Ziyareta Ulubaba: Li gundê Ozikon e. Li ser Çiyayê Ulubaba ye.

Ziyareta Mamûdî Hasarî: Nêzî gundên Terman û Alifî, ew jî li ser girekê ye.

Mezelê Îsmaîl Dada û Dara Givîcê: Li gundê Dardixan mezelê Îsmaîl Dada heye. Gel diçe lê niyaz dibe. Cem mezel dareka givîcê heye. Ew dar ji bo mirazan e.

Di nav Eşîra Xisorê hin kes jî hebûn ku gel diçûn cem wan. Wek mînak Olî Gore bi ceh miristan radikir. Olî Xon Mozike (Owmozik) asum dikir. Ew ji gundê Şêxlarê Jêri bû. Çû Haq. Kalikek bû. Îsmaîl dibêje, “Wî gelek mirov filitand. Lawê wî dibêje ‘mar bavê min nagirin. Min jî nagirin’. Lê mar wî digire û Owmozik negihêje. Lawik dimire. Min Owmozik dît. Dema ku ez 14-15 salî bûm Owmozik 60 salî hebû. Ger kesekî mar gez kir Owmozik xwîna wî dimet û tû dikir. Ji Owmozik re digotin ‘Zimanê maran dizane.’ Dema ku wî cîhekî asum dikir mar nêzî wî cîhî nedibû.”

Li Kurdistanê gelek çîrokên maran û jinan hene. Di nav eşîra Xisorê jî çîrokên wisa hene. Îsmaîl got: “Dema ku marek evîndarê jinekê dibû bang li Owmozikê dikirin. Wî asûm dikir û mar nedihat.”

Li gundê Îsmaîl jinekê bi navê Zewê Ale jî tirs digirt. Îsmaîl dibêje, “Dema ku ez ciwan bûm, ew 60 salî bû. Zewê Ale çû Haq.”

* Îsmoîlî Mala Alê Ûsî Milê di sala 1969an de li gundê Dardixan a giredayî Semsûrê ji dayîk bû. Min bi Îsmaîl ve 24ê Çileya 2019an li paytaxta Firansa Parîsê hevpeyvîn kir.

EN SON EKLENENLER