Kilam û Şîna Aşê Îwe

Aşê Îwe navê kilamek û lîstikek e. Li Elbistan, Markaz* (Pazarcik) û Semsûrê di dawetan de govenda Aşê Îwe tê gerandin. Hema bêjin, bê Aşê Îwe li wan hereman dawet nabin. Li Sirûc, Efrîn û Kobanê jî bi tembûrê kilama Aşê Îwe tê gotin.

Qehremanên kilamê Aş, Boz, kal û bavê Aşê Îw e. Kilam bi seatan dewam dike. Lê ev kilam bi nivîskî tine ye. Bi devkî jî îro kêm kes pê dizanin û her ku diçe orjînalîteya xwe winda dike.

Ji bo ku ez vê kilamê xweşik arşîv bikim, ez çûm cem xaltîka Mirc, bi navê xwe yê di nav xelkê de Mircê Mala Olle. Mircê Mala Olle, qala dengbêj Kulo kir. Kulo jî ji gundê Elbistanê Anbarê ye û berî salên 80´yî çûye Haq. Kullo di dawetan de kilamên dirêj (Wek Bêmal, Zînê Zêdan û Aşê Îwe) digotine.

Kilama Aşê Îwe jî gelek caran gotiye. Gotinên wê di serê Mircê Mala Olle de maye. Xaltîka Mirc berî kilamê bêje, derheqa kilamê de gelek agahiyên kêrhatî dan me, ka em niha guhê xwe bidin Xaltîka Mirc:

Ji devê Xaltîka Mirc serhatiyeke caran

“Ev çîroka 200 sal berê ye. Teqrîben di sala 1820’an de qewimiye. Aşê û Bozo ji hev hez kirine. Lê Îwe keça xwe Aşê, daye kalikekî. Ev kilam di heman demê de şînek e jî. Ji ber ku Aş şeva yekê miriye. Kilam wek destanekê dirêj e. Destpeka kilamê qala Aşê û Boze dikin. Çawa hev dû naskirine û çawa ji hev dû hez kirine…

Dîsa bavê Aşê, Boze hez nekiriye. Naxwaze ku keça xwe bi Boze re bizewice. Loma jî Aşê ji ber Boze direvîne. Boz nexweş dikeve. Wisa 9 meh derbas dibin. Rojekê Boz diçe nêçîrê. Koçakê dibîne û rasta Aşê dibe.”

Di kilamê de beşa rasthatina Boz û koça Aşê bi wersiyona Elbistanê û ji devê Xaltîka Mirc wisa ye:

Şêx Bozane Pîre

Çûye owe (neçîr)

Meze kîre ku koçekê giran giran jêr lî te

Ber bi koçe çûye

Kalekî 73 salî hatiye

Boze got:

– “Apo tu kuva tarî kuva te?”

Kale got:

– “Min re nebê ku Apo

Hesê te teri keça xelke”

– “Keça xelkê kî ye?”

– “Aşa Îwe, gula kapire, sosina dîve

Ê li pêşiya koçe

Li ser mafe

Dest de teşiya Mûşe

Lingan de xobxopa şimike

Lawê´m

Rûyê min gewir bûne

Diranê min weşiyane ji nizle

Lê ti dîsa nebêje ku ‘Apo’

Hesê te teri keça xelke”

Bozanî Boze

Kekê Mûse

Torinê Avde

Nêrî Xaze

Bi hespê xwe çû pêşiya koçe

Mezê kir ku Aşa Îwe

Li ser mafe

Ê di rêsi teşiya Mûşe

Boz hat qirara Aşe

Jê pirs kir, got:

– Aşê tu kuva teri û kuva te

Aşe got:

– “Bi qota paran ez dam kale

E min dibin mala kale”

Aşe Boze mezê kir,

Boze jî Aşe

Lê hetanî kinge?

Aşe nedixwest ku Boz biçe

Şimika lingê xwe avêt erde

Şimik ket ber lingê hespî Boze

Aşe got:

– “Genco tu dikare şimikê wa min de”

Boz li hesp peya bû şimik da Aşe

Paşê Aşe qetand benî teşiye

Ben jî ket ber Boze

Lê ev lîstik hetanî kinge

Paşe Boze xatir ji Aşe xost û çû… Aşa Îwe birin danîn malê Kale, kirin paş parde. Wê çaxê Aşê bang li Xwadê kir û got: ‘Xwadeo, tu hesê min bibihîze. Ezê canê xwe teslîmî te kim.’ Sibe rabûn ku Aşe canê xwe teslim kiriye. Bave Aşe hat û şîna keça xwe kir û got:

“Devan û dalûlan xar kin

Gêzî Aşê min bar kin

Li faqîr û fuqaran belav kin

Mo derdê Aşê min çarake nakin.”

Wê çaxê pîrekê ji bavê Aşe re got: “Keça te mir. Xelk çarekê çawa bibîne? Êdî bav li ber gencan nesekinin. Sebeba jiyan û xeyalên wan nebin.”

Şîn çima bû govendek

Dema ku Aş miriye, Boze şîneke dirêj kiriye. Melodiya ku îro heye, li gorî baweriyê melodiya şîna Bozê ye. Min tenê bi Meta Mircê re deng nekiriye, lê min ji dengbêjên Kobanê, Sirûc, Efrîn, Semsûr û Markazê jî bi variyantên cûda yên çîrok û kilama Aşê Îwe guhdarî kiriye û ew qeyd kirine.

Li gorî texmînên min ev klam nezî şeş saetan diajo. Lê her dengbêj bi şeş saetan nizane. Ji ber ku beş bi beş e. Hin kes tenê bi şîna Boze, hin kes tenê bi şeva hine, hin kes jî bi ralê Aşê dizanin. Li gorî ya ez jê fêm dikim, Aş dimire, Boz şînê dike. Piştî çend salan Boz jî bi hesreta Aşê dimire. Paşê dengbêj qala çîroka Aşê û Boze dikin ve şîna Bozê dibêjin. Piştre hin kes bi zirne vê melodiyê lêdixin. Dahol jî rîtmê dide û her wisa kesek jî fîgûran derdixîne û govenda Aşê Îwe derdikeve. Dawetan de em çima dibêjin? Ji ber ku çîroka Aşê û Boze tê bîra me û em li ber evîndaran nesekinin.

Kêm kes hene ku çîroka Aşê û Boze cûda dibêjin. Li gorî wan jî dawiya dawî Aş û Boz dizewicin. Lê bavê Aşê nifir li wan dike û şeva yekemîn Aş dimire. Lêkolîna min dewam dikin. Her roj rûpelekê vê çîrokê ronî dibe. Dema ku lêkolîn dawî bûn, emê encamên wan bi xwendevanên xwe re parve bikin…

* Di Kurmanciya Bakur Rojavayê Kurdistanê de dengên ku di Kurmanciya nivîsê de weke “e” tên nivîsandin (esas di Kurdî giştî de jî wisa ye) dengên “a” yên sist in. Li heman deveran “a” ya alfabeya Kurmanciyê weke “ao”yeke stûr û şidiyayî tê bilêvkirin. Li vir rengê nivîskar tercîh kirî heye.

Foto: Mircê Mala Olle (85), Strasbourg.

Foto: Sala 1950iyan dawetek li gundê Maxsiyan (Markaz-Pazarcik).

Foto: Li paytaxta Firansa Parîsê dawetek a Elbistan û Markaziyan, 2019.

  • Ev nivîsa min di roja 05.10.2019an de li rojnameya Yeni Özgür Politika derketîbû.

 

EN SON EKLENENLER