Riya Heq

duaXelîl DALKILIÇ

Elewiyên Kurd baweriya xwe wek ‘Riya Heq’ yanî ‘riya rastiyê’ binav dikin. Ji bo tu zindî yanî ‘can’ hevdu neêşînin, her têkilî li ser bingeha ji hev razîbûnê were sazkirin, jiyaneke azad û wekhev, şopandina riya heqiyê ji xwe re mîna armancekê hiltînin dest. Li hember rastiya civakî qanûnên serdestan çiqas dijwar bin jî, tu astengî li ber wê nikane bisekine. Zû an dereng, hêvî, berxwedan û hewldanên civakî wê biherikin û bikevin riya xwe ya heqiyê…

Berê wexta Kurdan bahsa jiyaneke ekolojîk û komînî dikirin; kesên ku di çarçoveya siyaseta modernîst de mêzedikirin, digotin, “Kurd çi dixwazin, ne diyar e!” Dema bahsa ‘xweseriya demokratîk’ an jî ‘konfederalîzma demokratîk’ dihate kirin; wer difikirîn; ku qey Kurdan hişê xwe xwarine! Ev sih sal zêdetir e; Kurd dînîtiyeke wisa dikin ku xelk û alem pê şaş maye!.. Ji ber ku riya rastî, azadî û wekheviyê dişopînin, qanûn û kitêbên dewletên zordest li ber rastiya wan bê mane dimîne û îro xelkên li rastiya xwe digerin jî têkoşîna Kurdan wek mînakekê dişopînin…

Li seranserê cîhanê modernîteya kapîtalîst di nava krîzekê de ye. Krîz bi xwe re zordestiyê û feqîrtiyê tîne. Û li hemberê wê jî îro li gelek welatan xelk li ser pê ne. Xelkên Erep jî beriya du salan vir de li hemberê dîktatoriyê serî hildan, lê têkoşîna wan hate fetisandin û kete destê dîktatorên nû.  Xelkê welatên Ewropî yên bi Derya Spî re ciran jî ev çend sal e ji ber xerabûna aboriyê, bêkarmayîn û feqîriyê li ser pê ne. Û niha jî xelkê Tirk…

Xelkê Tirk ji ber şerê li dijî Kurdan dihate meşandin heta îro ji ber tirsê rastiya xwe vedişart. Pirsgirêkên xwe yên siyasî, feqîrî û demokratîk bi aşkereyî nedihat zimên. Lê bi sekinîna şer re li dijî zordestiya hikûmetê, komên xwezaparêz, femînîst, çepgir, lîberal û hwd. li Gezî Parki ya Stenbolê fîşenga destpêka serhildanê avêtin. Ev serhildan bi rengînî li çar hêlên Tirkiyeyê belav bû.
Di van çalakiyan de dîmenên nû bala mirov dikişîne. Bi hezaran çalakvan, serhildanê bi rêxistinbûneke komînî didin meşandin. Xwarin, vexwarin, tenduristî, çalakiyên hunerî û hwd. gişt komînî ye. Ev rewş hestên jiyanake nû ya alternatîf derdixe holê…

Ên ku heta îro tu mane nedidan xwestekên Kurdan ên mîna, ‘xweseriya demokratîk’ û ‘konfedaralîzm’ê, niha li hemberê serhildanên li tevahiya Tirkiyeyê belav bûyî difikirin; ‘gelo ya rast ne ev e?!.’ Êdî him tirsa ji desthilatdariya zordest a R.T.Erdogan hate çirandin him jî tama jiyaneke komînî ya alternatîf hate girtin!..

Bi vê yekê re li Tirkiyeyê eniya demokrasiyê berfirehtir dibe û aktorên vê eniyê jî derdikevin meydanê. Kesên azadî û demokrasixwaz, xwezaparêz, femînîst, çepgir, sosyalîst, lîberal, civakên etnîkî û baweriyê gişt di nava livandinekê de ne. Him xwestekên xwe zelaltir dikin him jî wê xwe çitûlî tevlî karê avakirina sîstemeke demokratîk bikin, serî diêşînin. Yanî li rastiya xwe digerin. Ê herî bi mane jî, ev dînamîkên demokrasiyê niha di nava têkoşînê de Kurdan ji her demê rindtir fam dikin…

Di vê navberê de helbet Kurd, dest û piyên xwe naşedînin û napên; şopandina riya heq dewan dikin û gavekê din a nû bi pêş ve diavêjin. Di rojên 15-16’ê hezîranê de li Amedê Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin. Piraniya aktorên siyasî û saziyên sivîl ên Bakurî tevlî vê xebatê dibin. Di konferansê de Kurd wê xwestekên xwe yên ji bo garantîkirina mafên neteweyî û statûyekî xweser bi yek dilî bînin zimên. Sewa di her warê jiyanê de bikaranîna Kurdî  û xemilandina jiyanê bi nirxên kurdewarî jî helwesteke neteweyî wê were nîşandan! Konferansa Bakur wê ji bo Konferansa Neteweyî ya li Hewlerê û yekîtiya Kurdan giştan moral û motîvasyonekê jî derêxe holê…

Kurd wek rêwiyê riya heq li hemberê modenîteya zordest, tenê bixwebawerî û şopandina rastiya xwe, pêşengiya modernîteya demokratîk dikin û dersa xweserî, wekhevî, azadî, xwezaparêzî û jiyana komîniyê didin mirovahiyê…

EN SON EKLENENLER