Muzîk dibe bêhna jiyanê

Bermal Çem: “Her gerîlayek ji stranekê bi bandor bûye û ketiye nav lêgerîna azadiyê. Lewra gerîla bixwe efsuniyek veşartiye ku di nav notayên hîn nehatine nivîsandin de ye. Min li gelek cihan aniye ser zimên, ew notaya azadiyê ye û wê strana wê jî gerîla diyarî siberojê bike.”

Stranên gerîlaya Bermal Çem di nava civaka Kurd li rastî elaqeyeke baş tên. Newayên wê ji kaniyên çiyayên azad in, behsa serpêhatiyên gerîlayên Kurd dikin. Carinan êş û azar carinan çoş û dilxweşî ne notayên wê. Pal li çayayên asê ber li rojê ew stranên azadiyê dihûne.

Ji Ajansa Nûçeyan a Firatê rojnamevan Denîz Îke bi Bermal Çem re li ser kar û barê wê axivî. Gerîlaya hunerzan Bermal Çem dibêje, muzîk ji bo wê lêgerîna li heqîqet û rastiyê ye û gêrîlatiyê bi weke tişteke efsûnî bi nav dike.

Li gor we muzîk çiye? Hûn muzîkê çawa dinirxînin?

Ez muzîkê her tim weke bêhna jiyanê dinirxînim.Di demên gewriya mirov zuha dibe de, dil êdî di qefesa singa xwe de teng dibe muzîk dibe bêhna jiyanê. Ev gotin tenê ji bo jiyînê nîne. Wate barkirina jiyanê ye, qasî bêhnek jiyan di kêliyan de avakirine. Deng ango muzîk bi herîkîna gerdûnê re hevpar e. Ger muzîk di herîkîna gerdunê de nebûna wê her zindiyek ewqas bi muzîk bandor nebûna wê jiyan bi muzîkê neherikiya.

Di kêliyên herî bê deng de ez stranekê dibêjim. Ew dibe dengê dilê min. Dema ku li hember dengê gemar dixwazim guhê xwe bigrim, stranek guhdarî dikim. Dema ku çavê min dixwazin ronahiyê bibînin cardin li awazan temaşe dikim, ew awazên ku tenê yek deng û rengek nahewîne hundirê xwe, hemî reng û dengan dihewîne nav xwe. Ez ruhê jiyanê bi muzîk dijîm û dixwazim wate li jiyanê bar bikim. Çiya, xweza azadî ango tekoşîn bi muzîk xweşe. Her kêlî, bi huner di kar mayînde bibe. Ji dîrokê re rastiya vê jiyanê bihêle. Ez dema Zarok bûm bi demjimêran li kûçeyan dimeşiyan û distiriyam carna digiriyam carna jî dikeniyam, ez li xwe digeriyam. Min nizanîbû ku di wan awazan de rastiyan de civaka min rastiya zarokatiya min de veşartiye û ez li li du wan awazên zarokatiya xwe bazdam. Vaye îro xweza çiya û gerîla wek orkestrayek hembêza xwe ji min re vekiriye û çavê zarokê welatê min dikenin.

Têkiliya gerîla û muzîkê çawa ye?

Şehîdê yekem yê tevgera me Alî Doxan Yıldırım hevalek muzîkjen ango hunermend e, bi helbest û awaza xwe tevlî şoreşê dibe. Weke civaka xwezayî derketina tevgera azadiyê jî bi xwe re huner û muzîka Kurdî herikand, ango cardin zindî kir. Gelek komên NÇM, komên li Rojava yê Kurdistanê û HUNERKOM pêşengtî kirin. Ruhê şoreşê bi muzîka Kurdî û şoreşgerî can da û civak jî ber bi şoreşê ve herikî. Ji Mîzgînan, Sefkanan heta Zanîn, Devrîm û Delîlayan pirek bi hêz di nav civak, şoreş û muzîkê de hat avakirin. Lewra derketina tevgera azadiyê derketinek huneriye û bi awazên lehengan bû stran.

Her gerîlayek ji stranek bandor bûye û ketiye nav lêgerîna azadiyê. Lewra gerîla bixwe efsuniyek veşartiye ku di nav notayên hîn nehatine nivîsandin de. Min li gelek cihan aniye ser ziman, ew notaya azadiyê ye û wê strana wê jî gerîla diyar pêşerojê bike. Lewra gerîla di cengê de li dor agir li lutkeyê zinarekê, li ber avekê û li ser xaçireke kê dema dimeşe her bi stran e. Ew bê stran nikare dest bavêje qileşê, cudahiya gerîla tam jî ev e.

Di van rojên giran de divê hunermendek bi çi rolê rabe?

Em di serdemên dijwar de derbas dibin, şerek qirkirinê fîzîkî û çandî li ser gelê Kurd tê kirin. Ji bo rondikê dayikan lîstikên zarokan bi azadiyê were tackirin, divê di her alî de hunermend bixebitin û ji bo civakê pêşengtiyê bikin. Lê ji bo vê tekoşîna hunermendan gelek girîng e, zimanê huner pêşengtiya hunermenda dikare pêşeroja gelan diyar bike. Lewma çawa ku dengê Mizgînan di xeyalên me de lêgerîna heqîqetê avakir û îro xeyal dibin rastî, deng û hestê îro jî li ser vî şax dide. Hunermend ji divê bibe deng û wijdana gelan.

Bi vê boneyê herî dawî dixwazim kedkarê hunera Kurdî Huseyîn Çîftçî jî bi rêzdarî bibîr tînim ku beriya demekê bi nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da û em ê li xeyalê van rêhevalên xwe jî xwedî derbikevin.

ANF

EN SON EKLENENLER