Efrîn, Mereş, Meletiyê… ‘bêkurdkirin’

Ji destpêka şerê li Sûriyê heta îro siyaseta Tirkiye ya li herêmê wekî dijwarkirina şerê li dijî Kurdan xwe dide der. Tirkiye ji komkujiyan bigire heta zindanîkirina bi hezaran Kurdan û dagirkirina hinek parçeyên Başûr û Rojava siyaseteke jiholêrakirina hebûn û vîna Kurdî xiste meriyetê û ev êrîşana hê jî wekî siyaseta sereke tên berdewamkirin…

Beriya dagirkirina Efrînê ji hêla arteşa Tirk û selefîstên hevkarên wan ve nifûsa bajêr dora 500 hezarî bû û ji sedî 95-96ê wê Kurd bûn. Berê hezar Kurd û Ermenên xirîstiyan, 15 hezar Kurdên Elewî  û 25 hezar jî Kurdên Êzîdî li Efrînê dijiyan. Pîştî dagirkirinê 400 hezar Ereb li bajêr hatin bicîkirin. Îro nifûsa bajêr ji sedî 70 ji Ereban pêk tê û hejmara Kurdan îro tenê dora ji sedî 23yê nifûsê ye. Xeynî 3-4 malbatên xirîstiyan û du hezar Êzîdiyan tu kesên nemisilman li bajêr nemane… (B.Sarya)

Gorî rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî 300 hezar Kurd ji şûn û warên xwe hatin derxistin û koçberkirin.

Guhertina demografiyê, yanî siyaseta Tirkiyê ya ‘bêkurdkirin û nekurdkirin’ê ne tenê li Efrîna Rojava, herwiha li Bakur jî bi awayekî dijwar li dar e. Belkî di bin siya êrîşên din ên dewletê de wek rojeveke sereke zêde dernekete pêş, lê heman polîtîka li bakurê Kurdistanê, bi taybetî jî li bakur-rojava yanî li herêma Kurdên elewî, bi awayekî dijwar tê bipêşvebirin û herêm tê bêkurdkirin…

Siyaseta bêkurdkirinê carinan bi neçarhiştina koçberiyê, carinan bicîkirina penaberên biyanî û carinan jî bi çêkirina bendav û lêgerîna madenan tê kirin.

Wekî tê zanîn, li Mereşê di nava gundên Kurdên elewî Teroyan de kampekî selefîstan ê bi 27 hezar kesî hatibû çêkirin. Ev hewildan ji bo neçarhiştina koçberiyê ya Kurdên elewî bû û ev siyaset hê jî bênavber berdewam e.

Nîvê penaberên ku ji Sûriyê hatine Tirkiyê, li bakurê Kurdistanê hatine bicîkirin. Gorî daneyên Rêveberiya Koçberiyê ya Tirkiyê (daneyên 19ê Tebaxa 2021ê) ji 3,7 mîlyon penaberên Sûriyeyî dora 1,5 mîlyon li bakurê Kurdistanê hatine bicîkirin (456 hezar li Dîlokê, 425 hezar li Ruhayê, 95 hezar li Mereşê, 90 hezar li Mêrdînê, 32 hezar li Meletiyê, 23 hezar li Semsûrê 23 hezar û ên li bajarên din).

Li Bakur, bi taybetî li herêma Kurdên elewî (bakur-rojavayê çemê Firatê) bi navê lêgerîna madenê jî Kurd neçar dimînin ku cih û warên xwe biterîkînin. Ji Platforma Derdorê a Meletiyê (Mal-Çep) Huseyîn Çiplak jî hefteya çûyî balkişandiye siyaseta Tirkiyê a li herêmê.

Huseyîn Çiplak balê dikişîne ser zirara madenan a li însan û li xwezaya herêmê û wiha dibêje; “Di 4 salên vê dawiyê de tenê li Meletiyê ji bo 891 ocaxên nû ên madenan destûra lêgerînê hatiye dayîn. Li Meletiyê 890 cûre nebat hene û ji sedî 25 hilberîna tevahiya mişmişên şil û ji sedî 85ê mişmişên çîr ên cîhanê ji Meletiyê ne. Ocaxên madenê zirarê didin darên mişmişê. Di çend salên vê dawiyê de ava Meletiyê nîvçe bûye. Li cihên dîrokî û li pîrozgehan li madenan digerin û zirarê didin wan. Herî zêde li Meletiyê, Sêwas, Erzingan û Dêrsimê destûra lêgerîna madenan tê dayîn û piraniya ocaxên madenan li van deran tên vekirin. Li van deran Kurdên elewî dijîn û ev yek vî gumanî dixe hişê meriv; ku gelo însanên vê herêmê neçar tên hiştin ku ji vir herin? Em bi tunekirineke aborî, civakî û kulturî re rû bi rû ne…” (ozgurpolitika.com, 8.9.21)

Siyaseta Tirkiyê a ‘bêkurdkirin’a Kurdistanê, li Bakur jî him li herêma kurdên elewî (ji Mereşê heta Dêrsimê) û him jî li bajarên li ser xetê; (Kîlîs, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Şirnex) jî bi awayekî tund li dar e. Girtin, kuştin, koçberkirina Kurdan çavên rêveberên Tirkiyê têr nake û xwezaya Kurdistanê jî tê tarûmarkirin. Bo pêşîgirtinê siyaseteke daîmî, piralî, pirrengî û bibandor lazim e..

nupel.eu

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

Yazarın diğer makaleleri